Koka peyva Noelê ji Natalîsa latînî hatiye û tê wateya bûyîn/zayîn/jidayîkbûn ê. Her weha tê zanîn ku peyva Noelê ji fransî derbasî tirkî bûye.
Li gor baweriya Xiristiyanên Protestan û Katolîk, şeva 24ê Kanûna Pêşiyê wek rojbûna Hezretî Îsayî tê qebûlkirin û bi navê Noelê tê pîrozkirin.
Cejna Noelê, her sal ji aliyê piraniya Xirîstiyanên cîhanê ve di 25ê Kanûna Pêşiyê de tê pîroz kirin. Pîrozbahiyên Noelê li hin welatan li erîfeya Noelê di 24ê Kanûna Pêşiyê de dest pê dike û heta dawiya roja 25ê Kanûna Pêşiyê didome.
Pîrozbahiyên ji bo Noelê li hin welatan heta êvara 26ê Kanûna Pêşiyê didome.
Her weha hin civatên Xrîstiyanan di 6-7ê Kanûna Paşiyê de li gorî salnameya Julyenê Noelê pîroz dikin.
Hin Dêrên Ortodoks yên Rojhilat yên wek Dêra Ermeniyan cejna Noelê di 6ê Kanûna Paşiyê de pîroz dikin.
Civakên Xiristiyanên Rojavayî li Tirkiyeyê û gelek welatên cîhanê li gorî salnameya Gregoryen di 24-25ê Kanûnê de Cejna Noelê pîroz dikin.
Di Erîfeya Noelê û Roja Noelê de li dêran ayînên olî yên taybet tên lidarxistin. Di van ayînan de îlahî tên gotin, dua tên kirin û rojbûna Îsa tê bibîranîn.
Civatên Xiristiyanan ên li Tirkiyeyê li gorî kevneşopiyên xwe, li dêrên Stenbol, Îzmîr, Antakya, Mêrsîn, Tarsûs, Mêrdîn, Midyad û Amedê bi ayînên olî, xwarinên malbatî û rîtûelên sembolîk Noelê pîroz dikin. Dêrên li bajaran di vê heyamê de têne xemilandin û ayînên Noelê ji bo gel bi awayekî vekirî tên kirin.
Rêveberiya nû ya Sûriyeyê ji bo welatiyên Xrîstiyan rojên 25-26ê Kanûna Pêşiyê ku rojên cejna Noelê tê pîrozkirin, weke cejneke fermî ragihand.