Bila Cejna Hanûka ya Cihûyan pîroz be.
Cejna Hanûkayê ya cihûyan duh bi şev, bi pêxistina mûman destpê kiriye. Îsal cejn wê di navbera 28ê Çiriya Paşiyê û 6ê Kanûna Paşiyê de were pîrozkirin. Cejn wê 8 roj û 8 şevan dewam bike.
Cejna Hanûkayê li gorî salnameya Ibraniyan di 25ê meha Kîslevê de, bi pêxistina mûman destpê dike.
Peyva Hanûkayê bi zimanê Ibrî tê wateya “Xwebexşkirin, diyarîkirin”ê. Her weha tê wateya “Cejna Roniyê” û “Cejna ji nû ve xwebexşkirinê”.
Hanûka, ji bo bîranîna serketina Cihûyan a berî zayînê di sedsala 2em de li dijî hukumdarê Yewnan û Surîyeyê Antiochusê IVem û ji bo ji nû ve bibîranîna Perestgeha Qidûsê, tê pîroz kirin.
Kî Cejna Hanûkayê û li ku pîroz dike?
Hanûka, li hemû herêm û welatên ku Cihû lê dijîn tê pîrozkirin.
Îsraîl: Li Îsraîlê ku pîrozbahiyên herî mezin lê tên lidarxistin, her êvar li qadên vekirî yên giştî hanukiyên mezin tên danîn û mûm tên pêxistin.
DYA: Pîrozbahiyên Hanûkayê li cihên ku Cihû lê pir in, çalakiyên civakî û konsert têne dayîn.
Ewropa û Herêmên Din: Cihûyên ku li Fransa, Îngilîstan, Tirkiye, bi taybetî Stenbol û Îzmîr û Rûsyayê dijîn, Hanûkayê li sînagogan an jî li malên xwe pîroz dikin.
(AEK/AY)