Fotograf: AA/Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Îro cejna Êzî ya êzîdiyan e. Êzidî di her sê hefteyên beriya vê cejnê de 9 rojan rojiyê digirin. Paşê jî yekem îna piştî 13ê Kanûna Pêşiyê weke cejnê pîroz dikin.
Nîmetûllah Erdogmûş, Berdevkê Komîsyona Bawerî û Gelan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca pîrozkirina Cejna Êzî ya civaka êzidiyan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de têkildarî Cejna Êzî û komkujiyên ku li dijî wan pek hatine, agahî hat dayîn û ev tişt hat gotin: "Êzidî ji ber êrîş û komkujiyên li hemberî xwe di serî de Ewropa koçî Welatên mîna Sûriye, Rûsya, Gurcistan û Ermenistanê kirine. Bi salan e ji ber vê yekê civaka êzîdî Cejna Êzî ji axa xwe dûr, li deverên cûda yên Cîhanê pîroz dike.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de banga vegera ser xaka xwe li êzîdiyan hat kirin û ev tişt hat gotin: "Divê civaka êzidî vegere ser xaka xwe û di nav dewlemendiya çanda Mezopotamyayê de cihê xwe bigire û piştevaniya pergala demokratîk bikin." (EMK/FD)