Fotograf: AA (Arşîv)
Îro Cejna Êzî ya êzdiyan e. Cejna Êzî yek ji cejnên herî mezin ên êzdiyan e û êzîdî 3 hefteyan ango 9 rojan rojiyê digirin û paşê cejnê pîroz dikin.
Cejna Êzî bi "Cejna Rojiya Mezin" jî tê naskirin ku di sê hefteyan de her heftê sê rojan rojiyê digrin. 3 rojên şêşimsê, 3 rojên xwedan, 3 rojên êzî piştî 9 rojan rojî sêşem, çarşem û pêncşem roja înê roja cejnê ye.
HDP: Bila bibe wezîleya azadiya jinên di destê DAIŞê de
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)yê bi daxuyaniyekê Cejna Êzî pîroz kiriye.
Tulay Hatîmogûllari û Tûrgût Oker, hevberdevkên komîsyonê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ezdî ji ber bawerî û çanda xwe ya cuda di dîrokê de gelek caran hatiye qirkirin. HDPyê di dewama daxuyaniyê de qirkirina ku DAIŞê li Şengalê li dijî êzdiyan pêk aniye bibîr xistiye û gotiye, “bajarê pîroz ê vî gelê berxwedêr, hîna di bin êrîşa welatên herêmê û rêxistinên tarî de ye.”
HDPyê bi van gotinan daxuyaniya xwe bidawî kiriye:
“Em bi minasebeta Cejna Êzî careke din hemû êzidiyên di qetlîaman de can dane bi rêzdarî bibîr tînin. Em daxwaz dikin ku cejn bibe sedema azadiyê ya jinên di destên DAIŞê de ne. Em hêvhi dikin ku li Rojhilata Navîn şer û pevçûn bidawî bibin, civaka êzidî di serî de hemû gel bigihên rojên ku wê di nava azadî, wekhevî û aştiyê de bijîn.” (FD)