Îro cejna Êzî ya êzîdiyan e. Êzidî di her sê hefteyên beriya vê cejnê de 9 rojan rojiyê digirin. Paşê jî yekem îna piştî 13ê Kanûna Pêşiyê weke cejnê pîroz dikin.
Feleknas Ûca, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê û Cîgira Hevserokên Giştî yê HDPê û Berpirsa Têkiliyên Derve yê partiyê ye bi boneya Cejna Êzî ya civaka êzidiyan, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
“DAIŞê bi hezaran jinên êzidî revandin”
Ucayê di daxuyaniyê de weha gotiye:
“Cejna Êzî ya civaka Êzidiyên ku di dîrokê de her tim bi sirgûn û komkujiyan re rûbirû hatine hîştin pîroz û bimbarek be. Diayên wan qebûl bibe! Cejna Êzî nirxeke olî û civakî ya Êzidiyan e. Cejn ji bo hemû baweriyan pîroz in, Cejna Êzî jî yek ji wan e ku bi hezaran salan e ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin.
Êzidî di îbadetên xwe de pêşiyê ji bo 72 miletan dûre jî ji bo xwe diayan dikin. Civaka Êzidiyan li gor baweriya xwe ji tundiyê dûr disekinin. Êzidî ji ber ku Kurd in jî heta niha 74 caran bi qirkirinê re rûbirû hatine hiştin û herî dawî jî li Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujiyek hat pêkanîn û bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqubeta wan nayê zanîn.”
“Tirkiyeyê hê jî komkujî nas nekiriye”
Ûcayê destnîşan kiriye ku ev komkujî ji aliyê dewletên Ewropî ve hatiye naskirin, lê Tirkiyeyê hê jî nas nekiriye û weha gotiye, “ Li Almanyayê endamekî DAIŞê ji ber komkujiya Êzidiyan hat darizandin, lê li Tirkiyeyê endamên DAIŞê jinan direvînin lê bi awayekî adilane nayên darizandin jî. Fermandarên DAIŞê li Enqereyê dijîn, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nayên vekirin û îzehet jî nayê kirin. Gelek caran me li Meclisê jî pirsî lê tu bersiv nehat dayîn.”
“Êzidî her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên”
Feleknas Ûcayê diyar kiriye ku ligel sirgûnî û komkujiyan, li Şingalê civaka Êzidiyan îro hewl dide ku ji xwe re jiyaneke nû ava bike û weha pê de çûye, “Tu xetere û gefeke wan li ser Tirkiyeyê tuneye lê ew her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Êriş li meclisên gel, nexweşxane û dibistanan tên kirin û sivîl wek hedef tên girtin. Di van rojên pîroz û bimbarek de jî Êzidiyên ku rojiyê digirin, ligel zarokên xwe bi bombebaranan tên qetilkirin. Komkujiya ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şingalê pêk anîbû, niha tê dubarekirin. Çawa ku li Şingalê jin û keç hatin revandin û kuştin, niha jî ew êriş bi heman awayî ji aliyê cîhadîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê tên berdewamkirin.”
“Li dijî êrişan bêdeng nemînin”
“Civaka Êzidiyan ji ber ku her tim rastî komkujiyan hatiye, îro mafê wan ê xweparastinê heye û daxwaza wan a xweseriyê daxwazeke rewa ye. Lê ji ber ku ew xwe diparêzin, îro rastî êrişan tên, tên kuştin û sirgûnkirin. Banga min li temamî gelê me, mîrovahî û welatên Ewropayê ye ku li dijî van êrişan bêdeng û bêbertek nemînin.”
“Civaka Êzidiyan îsal û di van salên dawî de rastî gelek êrişan hatin, ji ber wê jî Cejna Êzî bi dilekî xemgîn pîroz dikin. Lê ez hêvî dikim ku siberojê em bi hev re vê cejnê bi dilekî şad, bi hêvî û bi coşeke mezin pîroz bikin. Hêvî dikim Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, Cejna Êzî pîroz û bimbarek be!”
(AY)