Cejna Cemayê her sal di 6ê Cotmehê heta 13ê Cotmehê tê pîroz kirin. Cejna Cemayê yek ji kevintirîn û pîroztirîn cejnên Êzidiyan e. Ev cejn her sal li Perestgeha Laleşê 7 rojan tê pîrozkirin.
Di nav van 7 rojan de, bawermendên Êzidî ji herêmên cuda berê xwe didin Perestgeha Laleşê, li wir beşdarî govenda olî dibin û beyt û qewlan dixwînin.
Roja yekem, Mîrê Êzdiyan tevlî Babeşêx û Civata Ruhanî dibe. Di vê rojê de rê û resmên "Beyta Êvarê" û "Sema" pêşkêş dibin. Rojên sêyem û çarêm, Rojên asayî ne ji bo pêkanîna tewaf, daxwaz û rê û resmên olî. 7 law û 7 keçik bi cil û bergên spî tên xemilandin ku sembola 7 feriştehên didin nîşandan.
Roja heftem û dawî jî textekî pîroz di nav aveke taybet de tê dayin û paşê li cihê wî yê diyarkirî li Laleşê tê bi cih kirin.
Her weha hukumeta Iraqê Cejna Cemayê di sala 2023an de bi fermî nas kir û di navbera dîroka navborî de 7 roj betlaneya fermî ragihandibû.
Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî bi peyameke Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Peyama Barzanî weha ye:
“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta Cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzidî, pîrozbahiyeke germ li civata rûhanî ûoldar û hemî Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê dikim.
Hivîdar im ku xûşk û birayên Êzidî hemî cejn û helkeftên xwe di aramî û tenahiyê de biazadane bi ser bibin.
Bi vê helkeftê xûşk û birayên Êzidî piştrast dikim ku em dê herdem piştgiriyê bidinparastina maf û daxwaziyên wan ên rewa.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
Nêçîrvan Barzanî: Em ê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir.
Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bi weha ye:
“Cejna Cemayê li tevahiya welatiyên me yên Êzidî yên li Kurdistanê, Îraqê û li her deracîhanê bin pîroz dikim. Hêvîdar im cejneke aram û tenahî derbas bikin û hemû cejn û helkeftên bên bi xêr ûxweşiyê pîroz bikin.
Dîsa hemû welatiyên me yên Êzidî û tevahiya pêkhatên Kurdistanê piştrast dikim ku wek her demê em dê piştevan û parêzerê maf û daxwazên wan bin û Herêma Kurdistanê ji bo hemû pêkhateyan dê her wek war û welatê pêkvejiyana aştiyane bimîne.
Cejna Cemayê li hemûyan pîroz be, her sal bi xêr û xweşî be.
Nîzar Amîdî: Ji parastina mafên êzidiyan dewlet berpirsiyar e
Serokkomarê Iraqê Nîzar Amîdî jî bi boneya Cejna Cemayê peyamek belav kir.
Amîdî di peyama xwe de hêvî xwest ku ev cejn bibe wesîleya vegera bi rûmet a hemû êzidiyên koçberkirî. Amîdî destnîşan kir ku parastina maf û rûmeta civaka êzidî di bin berpirsyariya dewletê de ye.
Cejna Cemayê
Kurdên Êzidî her sal di navbera 6-13ê Cotmehê de Cejna Cemayê pîroz dikin. Cejna Cemayê tê wateya kombûn û yekîtiyê. Cejna Cemayê ku di heman demê de weke "Cejna Pâyîzê" jî tê naskirin.
Bi hezaran Kurdên Êzidî ji herêmên Kurdan û çar aliyên cîhanê bi cilên xwe yên Kurdî yên resen digihîjin hev û li dora Perestgeha Laleşê kom dibin.
Di van heft rojan de Laliş bi dengê xweş ê def û şibabê, her wiha bi gotina qewl û beytên ruhanî tije dibe. Di vê cejnê de gelek rêûresmên taybet û pîroz tên lidarxistin.
Şûştina zarokan a li Kaniya Spî, gerandina "Semaya Pîroz" a ji aliyê ruhanî û oldaran ve bi cilên spî yên paqij û pêxistina 365 çirayan a li gorî hejmara rojên salê beşek ji wan rêûresman e ku tên lidarxistin da ku ronahî li ser tariyê serwer be.
Morkirina li Kaniya Spî
Yek ji kevneşopiyên herî pîroz ên Êzidiyatiyê, rêûresma morkirina zarokan a li Kaniya Spî ya li Perestgeha Laleşê ye.
Kaniya Spî dikeve nav Perestgeha Laleşê û li cem Kurdên Êzidî ev av wekî ava herî pîroz tê qebûlkirin. Di ola Êzidiyan de divê her kes di jiyana xwe de bi ava Kaniya Spî were morkirin, ango ev av bi ser laş an porê zarokan de were reşandin.
Çend wateyên vê cejnê hene ku ya herî girîng nîşana fermî ya wergirtina nasnameya olî û paqijbûnê ye. Her çend ev av her tim pîroz be jî di rojên Cejna Cemayê de dê û bav zarokên xwe yên biçûk dibin Lalişê û wan di ava Kaniya Spî de dişon an jî avê bi ser wan de dirijînin.
Her wiha bawermendên ku li derveyî welêt dijîn jî dema ku di dema cejnê de vedigerin Laleşê vê ava pîroz bi kar tînin. Ev rêûresm bi şêweyekî ruhanî û bi rêz tê lidarxistin û qewal û xizmetkarên Perestgeha Laleşê çavdêriya wê dikin.
Her weha di rojên pêşîn de, bi hezaran hacî digihîjin Pira Silatê ku sembola derbasbûna ji jiyana nepak ber bi jiyana pîroz ve ye. Ji her kesî tê xwestin ku pêlavên xwe derxe, destên xwe di çem de bişo û sê caran bi hilgirtina meşaleyan û gotina îlahiyan ji pirê derbas bibe. Piştre, ew ber bi gora Şêx Hadî ve dimeşin. Berî ku bikevin hundir, sê caran li dora gorê dizivirin.
Her weha di her şeva cejnê de Semaya Êvarî tê lidarxistin. Di dema semayê de, diwanzdeh mêr, bi cilên spî li xwe kirine, li dora meşaleyek pîroz a ku li navînê pêxistî ye û hem Xwedê û hem jî rojê temsîl dike, dizivirin.

