Fotograf: suryaniler.com
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Cejna Akîtûyê ya Asûrî/Suryaniyan yek ji kevntirîn cejnan e ku îsal cara 6 hezar û 771ê pîroz dikin. Cejn di dema Sumer, Akad, Babîl, Asûr, Aram û Kaldeyê de bi şox û şengê pîroz kirine ku nîşaneya hatina biharê ye.
Ji ber pêkanînên çewisandinê û hişmentiya yekparêz li Tirkiyeyê bi salan e nayê pîrozkirin. Piştî salên dirêj di sala 2005ê de piştî qedexe rabûn, Asûrî/Suraniyan careke din cejna xwe pîroz kirin.
Asûrî/Suryanî bi salan e ku li ser xaka Mezopotamyayê dijîn. Di sala 1915ê de Komelkujiya Asûrî/Suryaniyan a bi navê Seyfoyê pêk hat û piştî wê hejmara wan li Tirkiyeyê her ku çû kêm bû.
Asûrî/Suryaniyên li Iraq, Sûriye, Îran û li deverên din ên cîhanê dijîn, di 1ê Nîsanê de vê cejnê pîroz dikin.
“Bila aştî û zêdehiyê bîne”
Tulay Hatîmogûllari, Alîkara Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berpirsa Komîsyona Gelan û Baweriyan bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Akîtuyê pîroz kiriye.
Hatîmogûllariyê wiha gotiye:
“Em Cejna Akîtûyê ya Asûrî/Suryaniyan pîroz dikin, Cejna Akîtuyê bila zêdehî, aştî, azadî hu edaletî ji mirovahiyê re bîne.” (EMK/FD)