Fotograf: AA / Arşîv
Êzidî Çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Bila cejna Çarşema Sor pîroz be.
Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.
Cejna Êzidiyan Çarşema Sor dê îro ji aliye hemû êzidiyên ve were pîrozkirin. Çarşema Sor cejina herî mezin ya êzidiyan e. Li gorî bîr û baweriya êzidiyan di çarşema berî ya meha Nîsanê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jîyanê tê binavkirin. Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe dide rojê û ji bo cîhanê duayan dikin. (AY/FD)