Ji bo şîrketa Apple di sîstema xwe ya telefonên mobile û computirên xwe, bi sepanên xwe de cî bide zimanê kurdî, kampanyaya îmzeyan li ser înternetê hatiye dest pê kirin. Kampanya li ser change.org ê ve hatiye hatiye dest pê kirin.
Di metnê kampanyayê de hatiye gotin ku “kurdî yek ji wan zimanan e ku li ser ruyê cîhanê gele kes pê diaxivin. Lê digel ku kurd gelekî ji zimanê xwe hez dikin, di vebijarkên amûr ango kelûpelên Şîrketa Apple-ê de kurdî nîne. Di roja me de kurd di jiyana xwe de gelek kelûpelên Apple-ê bi kar tînin. Li gel vê rewşê dixwazin bikaribin van amûran bi zimanê xwe bi kar bînin. Ev jî li gorî prensîba wekheviyê ya Apple-ê ye. Em kurd wisa difikirin, ji zû de ye dem hatiye ku Apple di amûrên xwe de cih bide vebijêrka zimanê kurdî. Bêguman bi vê biryarê re wê Apple ji hêla hemû netewa me ve bê hezkirin. Ji bo xewn û xeyalên me pêk were, em rica dikin ku hûn vê kampanyayê îmze bikin û piştgiriya me bikin.”
Piştî ku îmze hatin komkirin, wê pêşkêşi şîrketa Apple-ê bên kirin.
Ji bo metnê kampanyayê îmze bike, bitikîne
(FD)