Îro 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ye.
Îro li çar aliyê cîhanê jin û LGBTI+ li dijî kapîtalîzm, baviksalarî, xizanî û şeran dadikevin qadan.
Hin bangên çalakiyên îro yên li Tirkiyeyê wiha ne:
Stenbol: Sıraselviler, Saet: 19.30
Enqere: Meydana Kolejê, Saet: 18.00
Îzmîr: Navenda Çandê ya Turkan Saylanê Alsancak, Saet: 18.00
Çanakkale: Baxçeya Çayê yê Golfê, Saet: 17.30
Eskişehir: Deriyê Bağlar yê Esparkê, Saet: 19.00
“Jin jiyan azadî”
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadiyê” ber bi azadiyê ve", di saetên nîvroyê de mîtîngên Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn, Wan, Mêrsîn û Xarpêtê dest pê kir.
Em weke bîanetê 8ê Adara tevahî jinan û LGBTI+yan pîroz dikin û cîhanek bê tûndkarî û şer dixwazin!
(TY/AY)