Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Keçeka 11 salî ya bi navê Rabîa Naz miribû. Guman hebû ku ew hatibe kuştin. Rayedaran ev yek qebûl nekiribû. Dadgehê biryara girtinê ji bo bavê Rabîayê, Şaban Vatan dabû. Şaban Vatan di girtîgehê de ye.
Duhî jî Emniyetê ji bo îfadedanê bangî biikarhênerê medyaya civakî yê bavê Rabîa Nazê kiriye.
Bikarhênerê medyaya civakî û wergêr, Metîn Cihanî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî nivîsîye:
“Ji Emniyetê bangî min kirin. Hinekan gilîya min kiriye. Ji min re gotin te sûcê çapemenî-û-weşanê kirine. Ez hûrgiliyan nizanim. Sibeyê(îro) em ê lê binêrin.”
13ê Nîsana 2018ê keçeka 11 salî li ber deriyê mala xwe hatiye dîtin ku ew birîndar bûye. Zarok ji bo nexweşxaneyê hatiye birin û li wê derê miriye.
Li gor belgeyên fermî zarokê xwe kuştiye an jî ji avahîyekê ketiye. Bavê Rabia Nazê ev yek qebûl nekiriye û îdia kiriye tirimbêlekê li keça wî daye.
Li gor agahiyên bavê Rabîayê standîn birzîyê/xweharzîyê şaredarê Eynesiyê, Eynesil bi tirimbêla li keça wî daye.
Li gor îdiayan wekîlê AKPyî(Partiya Edalet û Pêşketinê), Nurettin Canikliyî rê li ber lêkolîna li ser bûyerê girtiye û bi vê yekê xwedanê îdiayan, bavê Rabîayê hatiye girtin.
(AO/MB)