Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Cihgira serokê giştî yê Dîwana birêvebiriya Colemêrgê, Sîbel Çapraz di meha Ciriya Paşiyê de beşdarî xwenîşandana derêxistina dengan bûbû. Çapraza ku nexweş bû dihat dermankirin. Ji beriya li nexweşxaneyê pêvajoya dermankirina wê temam bibe hatiye girtin, bijîşkê wê dîyar kiriye ku ‘’xetera mirina’’ Çaprazê heye.
Li gor malpera YuksekovaHaberê, Sîbel Çapraz di girtîgeha Menemenê ya bi cûreyê Ryê dimîne. Bijîşkê Çaprazê Çetîn Kotanî ji parêzerên Çaprazê re e-nameyek şandiye û gotiye ku jiyana çaprazê di xeterê de ye.
‘’Bi emeliyata pêşiyê rûviyê stûr ê ji zikê [Sîbel Çaprazê] hatî derêxistin divîya piştî sê mehan di zikê wê de bihatiya bi cih kirin. Ev pêwîstiyeka tibbî ye. Nekirina emeliyatên serastkirina laşî dê xetera mirinê çêbike. ‘’
(ÇT/MB)
Wêne: Rojnameya Binevşê