Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dilê hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaşî vê hefteya borî spasm* bûbû. Îro Demîrtaş ji Girtîgeha Cureyê Fyê ya Edirneyê ji bo nexweşxaneya Trakyayê hat birin.
Di roja Şemiyê de dilê Demîrtaşî spasm bûbû. Şeva dî di siet 22.00ê de bijîşkên Kardîolog EKGya Demîrtaşî girt û kontrol kir.
Cihgirê hevserokên HDPyê Sezaî Temel, Sarûhan Orûç û parlamenterê Stenbolê Erdal Ataş dê digel parêzeran biçin nexweşxaneya Zanîngeha Trakyayê ku agahiyan li ser siheta Demîrtaşî bistînin.
*Spasm: Guvaşa masûlkek an jî komeka masûlkan e. Spasma dilî bêyî kontrol guvêşîna masûlkên dilî ye. (NV/MB)