Fotograf: bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Duh (18ê Çiriya Paşiê) Bankeya Navendî faîza bankeyan kêmtir kir. Bankeya Navendî, digel ku dolar li Tirkiyeyê li beramberî lîreyê tirkan zêde dibe, enflasyon nêzîkî sedî 20 e, ev biryar daye.
Piştî ku Bankeya Navendî faîz 100 poînt kêm kir, bihayê dolarî li beramberî pereyên tirkan zêdetir bû. Yek dolarekî Amerîkî li beramberî 11 lîreyên tirkan e. Bandora zêdebûna bihayê dolarî, li bazar û marketan jî dike. Bihayê her tiştî, bi taybet jî yê xurekan zêde dibe.
Welatî ji vê rewşê gazindan dikin. Welatiyeke ku li Bûrsayê dijî û pêdiviyên xwe ji marketekê dikire, ji bianetê re wiha got:
“Ez dayikeke 38 salî me û du zarokên min hene. Ez û hevjînê xwe dixebitin lê ji ber zêdebûna bihayê tiştan em nikarin debara xwe bikin. Me mîqdara tiştan kêm kir û em êdî kêmtir dikirin. Berê min du kîlo petat dikirî, piştî zêdebûna bihayê tiştan, ez niha kîloyekê dikirim.
“Dema ez kelûpelên paqijiyê, yên weke qaxizên destşokê dikirim, di caran difikirim. Ji ber îhtîmala zêdebûna bihayan em tiştên weke rûn, şekir û çayê jî zêde dikirin û li malê depo dikin. Em bi vî awayî îdareya xwe dikin.”
“Em bi liban dikirin”
Welatiyekî/e ku li Çengelkoya Stenbolê newxes navê xwe aşkere bike wiha behsa zehmetiyan kir:
“Ez welatiyekî 56 salî me û teqawid bûme. Ez nikarim maneyekê bidim vê zêdebûna bihayan a di vê salê de. Ji ber polîtîkaya bihayan a hikûmetê careke din welatî zehmetiyan dikişînin. Ev tên zanîn lê çima tedbîran nastînin? Her hefte etîketên marketan diguhere, bihayê tiştan zêde dibe, em nema diwêrin biçin bazarê. Û kontrol jî nîne… Em jî zîvirîn dewra dayikên xwe û em ne bi kîloyan lê bi liban sebze û mêweyan dikirin.”
“Yê ku difiroşe jî nebextewer e, yê dikire jî”
Bihayê hin kelûpelan li bazaran, bi qasî yên marketan e. Esnafên li bazaran kar dikin jî gazindan ji zêdebûna bihayan dikin. Esnafekî ku nexwest navê xwe aşkere bike wiha got:
“Zêdebûn normal e. Cotkarî qedandine, çandinî qedandine, sotemenî bûye 10 lîre, xaz bûye 7 lîre. Ez bîhokan difiroşim. Ez bi 6 lîre û 500 qurişî dikirim, tevlî poşetê wî bi 7 lîre û 500 qurişî difiroşim. Ez lîreyekê qezenc dikim. Serê qaseyê ez 10 lîreyan derdixim. Rojê 100 lîreyan derxim, ev dike yewmiyeyek. Em çi bikin? Ji vê saetê û pê de em çi karî bikin? Welatî bazarê bi me re dikin, dibêjin pereyên min nine, tu dikarî bi deyn bidî min. Yê ku dikire jî nebextewer e, yê difiroşe jî.” (MFK/AE/FD)