Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji sedî 12 xercên nûkirina vîzeya Şengenê zêde kir.
Wezareta Karên Derve ya Slovenyayê ragihand ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê xercên vîzeyê derxist 90 Euroyî.
Agahiyên berfireh wiha ne:
*Bihayê vîzeyê ji bo zarokên ku salên wan di navbera 6-12an de ne 40 euro bû, niha bû 45 euro.
*Ji 11ê Hezîranê pê vê wê li gorî bihayên nû serlêdanên vîzeya Schengenê were qebûlkirin.
*Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ku di 2ê Sibatê de ragihandibû ku ewê heqê vîzeyê zêde bikin. Lê komîsyonê heta niha têkildarî mijarê ti daxuyanî nedaye.
(EMK/AY)