Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokê Komeleya Piştgiriya bi Penaberên Sûriyeyî re Muhammed Saleh Aliyî diyar kir ku krîza ekonomîk bandoreke neyênî li ser mirovan dike, bi vê re nefreta li ser penaberan jî zêde bûye.
Komeleya navborî li Îzmîrê ye û ji bo penaber bikaribin beşdarî pêvajoya biryardayinê ya rêveberiyên herêmî bibin û derbarê mijarên wekheviya zayendî ya civakî, bidestxistina mafên bingehîn de karan dike. Serokê Komeleyê, Muhammed Saleh Aliyî du roj berê di merasîma xelatdayînê ya Navenda Koçberî û Penaxwaziyê (IGAM) de Xelata Angela Burdett-Couttsê wergirt. Xelatê didin wan kes û saziyan ku divê derbarê penaber û penaxwazan de xebatan bikin.
Muhammed Saleh aliyî ji bianetê re behsa polîtîkayên derbarê penaberan de yên li Tirkiyeyê kir.
“10 sal berê dibûn alîkar”
Aliyî destnîşan kir ku dema 10 sal berê koçberiyê destpê kir, civaka Tirkiyeyê alîkarî bi wan re dikir, lê niha dibêjin sedema krîza ekonomîk a li Tirkiyeyê jî penaber in:
“Li Tirkiyeyê rewşa ekonomiyê nebaş e, bihayê tiştan li ser hev zêde dibe. Hin kes berê xwe didin penaberan û dibêjin ‘penaber mesrefan zêde dikin’. Dema bihayê nanî zêde dibe, hin kes dibêjin ‘Ji ber sûriyeyiyan e’.”
“Kes ne li bendê bû ku wê 10 salan bimînin”
“10 sal berê ji Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve pêleke koçberiyê çêbû. Em dizanin ku kesên hatin, ev tişt ne bi daxwaza wan bû lê ji ber şerî neçar man. Wan deman ango 10 sal berê, penaber biş dihatin pêşwazîkirin, hembêzkirinek hebû. Gelê Tirkiyeyê û hikûmet, bi penaberan re bûn alîkar.
“Helbet, ti kes ne li bendê bû ku wê penaber 10-15 salan li Tirkiyeyê bimînin, kesî texmîn nedikir. Ne penaberan, ne jî mixalefeta Sûriyeyê... Piştî 10 salan nêrîneke din derket holê. Karkeran got qey karkerên sûriyeyî bi wan re ketiye rikeberiyê û dest pê kirin û gotin, ‘4-5 milyon penaber bûne hevparê para me’.”
“Li bendê ne ku em koçî dereke din bikin”
“Yek ji tiştên ku gotinên nefretkirinê li dijî penaberan xurt kir, helwesta Şaredariya Bolûyê bû. Mixabin vê dema dawiyê Partiya Zaferê derket. Vê partiyê bêyî ku li ser rewşa polîtîk, ekonomî, pêşketina gelî ya Tirkiyeyê bifikire, bi tenê ji bo dijminatiya penaberan hin dokumanên derew û gotinên nefretkirinê belav kir.
“Hikûmet jî li dijî penaberan rêzik jidand. Helbet ev pêkanîn ti carî tatmîn nakin û îstikrarekê çênakin. Li bendê ne ku em koçî dereke din bikin lê deriyê Ewropayê jî girtî ye.”
“Medya gotinên nefretkirinê belavtir dike”
Muhammed Saleh Aliyî ji bilî gotinên polîtîk, hin sedemên din jî rêz kirin ku dibêje ji ber van tiştan dijberiya penaberan belav û xurt dibe:
“Gelek sedemên gotinên nefretkirinê hene. Mînak, Sûriyeyî êdî bi tirkan re dizewicin. Vê jî hişt ku di nava civakê de nefret û nerihetî çêbibe. Ji bilî van tiştan, dibêjin meaş didin sûriyeyiyan, ew belaş di xaniyan de rûdinên û hin nûçeyên derew belav dikin. Bandora van nûçeyan mezin e. Dîsa em bibêjin sûriyeyiyekî xetayek kir, wê weke ku hemû sûriyeyiyan heman tiştî dikin, nîşan didin. Lewre ev nefret di nava rojekê du rojan de çênebû.”
Aliyî got ku ji ber medya behsa fêdeyên penaberan nake, ev nefret zêdetir dibe:
“Yek ji van sedeman jî ew e ku tiştên penaberan li ekonomî û civaka Tirkiyeyê zêde kirine, behsa wan nakin. Piştî koçberiyê, sermeyedarên mezin ji Sûriyeyê hatin Tirkiyeyê, li vir fabrîke vekirin û fêde li ekonomiyê kirin. Ti kesê behsa van tiştan nekir û heq nexist destê penaberan.”
Derbarê Muhammed Saleh Aliyî de
Li Sûriyeyê dersdar bû, lê di sala 1977ê de ji ber fikrên xwe yên siyasî ji kar hatiye avêtin.
Di dema Hafiz Esadî de ango di sala 1999ê de hatiye Tirkiyeyê û li vir bicih bûye. Ew li kolanan fêrî tirkî bûye, 23 sal in il Îzmîrê dijî.
Ji roja ku hatiye Tirkiyeyê heta niha esnaftiyê dike. Pêlavan difiroşe.
Serokê Komeleya Piştgiriya Bi Sûriyeyiyan re ye û ji bo entegrasyona penaberan ên li Îzmîrê kar dike.
(MD/AS/FD)