Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Sazkirina Bazara Enerjîyê(EPDK) aşkere kiriye ku ji bo malan ji meha Ilonê ve bihayê elektrîkê ji sedî 20 zêde bûye.
BOTAŞê jî ji bo malan bihayê gaza xwezayî ji sedî 20 zêde kiriye.
Biraya Saziya Sazkirina Bazara Enerjiyê ji bo pêkanînê di rojnameya Fermî de hatiye weşandin.
EPDKyê di meha Tîrmehê da bihayê her megawatt-saetê ya herî zêde weke 3 hezar û 750 lîre destnîşan kiribû.
Her weha di vê mehê de jî wê weke 4 hezar û 800 Lîre were diyarkirin.
EPDKyê zêdebûna bihayê elektrîkê nîvê şevê di malpera xwe ya înternetê de belav kiriye:
- Ji bo mal û çandinîyê ji sedî 20
- Ji bo sektora xizmetê û giştî ji sedî 30
- Ji bo pîşesaziyê ji sedî 50 zêde bûye
Her weha gaza xwezayî di 6 mehên dawî de ji sedî 85 zêde bûye. Gaza xwezayî di meha Nîsanê de ji sedî 35 û di meha Hezîranê de jî ji sedî 30 zêde bûbû.
(AO/AY)