Fotograf: George Becker / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Vesazkirinê ya Piyaseya Enerjiyê (EPDK) duh civiyaye û di civînê de biryar daye ku bihayê elektrîkê ji sedî 5.75 zêde bikin.
Piştî vê biryarê bihayê kîlovatsaet elektrîkê li malan bûye ji 71.02 qurişî derketiye 75.10 qurişî, li pîşesaziyan ji 70.97 qurişî derketiye 75.06 qurişî û li tîcaretxaneyan ji 94.44 qurişî derketiye 99.87 qurişan.
Her weha para TRTyê jî piştî vê rewşê zêde bûye. Ji pereyên elektrîkê ji sedî 2 parê didin TRTyê. Li gorî vê encamê para TRTyê ya ji tîcaretxaneyan ji 1.08 qurişî derketiye 1.16 qurişî. Ya ji malan ji 0.72 qurişî derketiye 0.78 qiruşî. Ji pîşesaziyê parê nadin TRTyê.
Piştî biryara zêdekirina bihayê elektrîkê bihayê firotina li ser hev a enerjiya elektrîkê ya aktîv ya Şîrketa Hilberana Elektrîkê (EUAŞ) jî zêde bûye. Li gor vê rewşê sete kîlovatsaetê ji 13.20 qurişî derketiye 15.48 qurişî.
Ev biryar îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û ketiye meriyete. Ji ber ku EPDK ji sê mehan carekê dicive, piştî sê mehan wê careke din derbarê bihayê elektrîkê de nirxandinê bike. (HA/FD)