Fotograf: George Becker / Pexels
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 1ê Tîrmehê û pê ve bihayê elektrîkê ji sedî 15, yê gaza xwezayî ji bo malan ji sedî 12 û ji bo pîşesaziyê jî ji sedî 20 wê zêdetir be. Bihayê gaza xwezayî ji bo santralên bi armanca çêkirina elektrîkê kar dikin jî, ji sedî 20 zêde bûye.
Saziya Birêkûpêkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ji bo zêdekirina bihayê elektrîkê gotiye ku “bi sedema zêdebûna semyanên di hilberana elektrîkê de” wan ev biryar daye.
Piştî vê zêdekirinê, bihayê elektrîkê di sê sal û nîvên dawiyê de ji sedî 122 zêde bûye.
Bihayê gaza xwezayî jî zêde kirine
Li gorî daxuyaniya ku Şîrketa Barkirina Petrolê ya bi Xetên Boriyan (BOTAŞ) aşkere kiriye, ji meha Kanûna Paşiyê û vir ve ev 7 car in bihayê gaza xwezayî zêde dibe, ango her mehê carekê zêde bûye.
BOTAŞê di malpera xwe de tabloya bihayê meha Tîrmehê weşandiye. Li gorî vê tabloyê, ji bo malan bihayê gazê di her 1000 metrekupî de bûye hezar û 488 lîre û 9 quriş, li cihên pîşesaziyê jî ji bo her 1000 metrekupî bûye hezar û 783 lîre û 35 quriş.
Bihayê gazê ji bo santralên bi armanca hilberana elektrîkê kar dikin, di her 1000 metrekupî de bûye 2 hezar û 60 lîre.
Bihayê gaza xwezayî her meh tê hesabkirin. Li gorî vî hesabî heta Tîrmeha sala 2021an her mehê ji sedî 1 bihayê wê zêde bûye.
Mixalefetê bertek nîşan daye
Piştî van biryaran, serok û parlamenterên partiyên mixalif, li ser medyaya civakî bertek nînaş dane:
Faîk Oztrak, Berdevkê Partiya CHPyê: Daxuyaniya Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir bibîr xistiye ku gotibû, “Di meha Tîrmehê de wê ekonomiya Tirkiyeyê bifire” û gotiye, “Li cîhanê ti hikûmeteke din nîne ku ewqas henekê xwe biaqilê welatiyên xwe dike.”
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî yê Partiya Siberojê: “Her meh bihayê gaza xwezayî zêde dikin, ev ne bes e, bihayê elektrîkê careke din ji sedî 15 zêde kirine. Desthilat weke ku son xwaribe çi di destê welatiyan de hebe bi zorê ji wan bistîne.”
Garo Paylan, Parlamenterê HDPyê: “Roja ku Komîteya Îstîkrara Bihayan ava kirin, bihayê elektrîkê ji sedî 15 zêde kirin. Ne henek e.”
Bahadir Erdem, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya IYIyê: “Ne weke siyasetmedarekî lê weke welatiyekî ku her meh bi qasî dinyayekê pereyan dide ez diaxivin, bila Xwedê ev a ku hûn li welatiyan dikin, di pozê we re derkeve, bes e êdî.”
(TP/FD)