Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêhesinên Dewletê yên Komara Tirkiyeyê (TCDD) bihayê bilêtên trênê di navbera ji sedî 33 û 65an de zêde kir.
Bihayê bilêtan weha ye:
Ji bo Stenbol-Enqereyê ji 323 lîreyî derketiye 430 TLyan. Enqere-Konya ji 146 TLyî 200 TLyan, Enqere-Eskişehîrê ji 136 TLyî derketiye 225 TLyan.
Her weha bihayê bilêtan ji bo Stenbol û Îzmîtê ji sedî 33 zêde bûye û ji 79 TLyî derket 105 TLyan, Konya-Stenbol bûye 630 TL û Enqere-Yozgat bûye 173 TL.
TCDDê di Kanûna Paşiyê û Tîrmeha îsal de jî bihayê bilêtên Trêna Leza Bilind zêde kir. Zêdebûna herî dawî ya pirsê nûvekirina sêyemîn e di nav salê de. Her weha di sala dawî de bihayên bilêtan ji sedî 100 zêde bûne.
(HA/AY)