Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber zêdebûna bihayê petrol û zêdebûna dolarî, li Tirkiyeyê bihayê sotemeniyê jî her diçe zêdetir dibe. Îro careke din bihayê benzîn û mazotê zêde bûye.
Bihayê benzînê 1,68 TL zêde bûye û li Stenbolê lîtreya benzînê derketiye 19,78 TLyî. Ya mazotê jî 1,60 TL zêde bûye û lîtreya mazotê bûye 22,27 TL.
Lîtreya benzînê li Enqereyê bûye 19,88 TL, li Îzmîrê jî bûye 19.90 TL. Lîtreya mazotê li Enqere û Îzmîrê, piştî bihayê wê zêde kirin, bi 22,33 TLyî difiroşin.
Di salekê de bihayê mazotê ji sedî 246 zêde bûye
Salek berê li Stenbolê lîtreya benzînê li dora 7,07 TLyî bû, ya mazotê jî 6,43 TL. Serê sala nû jî li Stenbolê bihayê lîtreyek benzînê li dora 12,29 TLyî, ya mazotê jî 11,43 TLyî bû.
Li gor vê encamê, benzîn di salekê de ji sedî 180, ji serê salê û vir ve ji sedî 61 zêde bûye. Mazot jî di salekê de ji sedî 264, ji serê salê û vir ve jî ji sedî 95 zêde bûye. (TP/FD)