Serokê DYAyê Joe Bidenî di 12ê Çiriya Pêşiyê de biryarek derbarê Sûriyeyê de weşand ku li gorî vê biryarê “rewşa lezgîn a netewî ya li Sûriyeyê û derbarê rewşa Sûriyeyê de saleke din dirêj kir.”
Ev biryar cara pêşiyê di sala 2019an de ji bo Sûriyeyê hatibû dayîn.
Bidenî di biryara xwe de diyar kir ku “bi taybet çalakiyên êrîşane yên leşkerî yên hikûmeta Tirkiyeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne, ji bo ewlehiya netewî û politikaya derve ya DYAyê derasayî ne û gefeke derasayî çêdikin.”
Bidenî destnîşan kir ku ev çalaki kampanyeya êkbirina DAIŞê asteng dike, jiyana sivîlan dixe xetereyê û aştî, ewlehî û îstîkrara herêmê tehdît dike.
Mazlûm Abdî: Hêzên DYAyê ji bo şer rawestîne tiştek nekir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Abdî têkildarî êrîşên Tirkiyeyê bi Ajansa Nûçeyan a Fransizî (AFP) re axivî.
Li gorî nûçeya MAyê, Ebdiyî diyar kir ji ber Tirkiyeyê gelek santaralên enerjiyê û binesaziya gazê hedef girtine, zêdetirî nîviyê tesîsên neft û ceryanê zirar dîtine û got ku helwesta DYAyê ya li hemberî êrişan qels e: "Hêzên DYAyê çalakiyên xwe bi parastina mewziyên xwe sînordar kir. Ji bo rawestandina êrişan tu tişt nekirin."
Ebdiyî diyar kir ku Tirkiye ji bo pêşî li ber çavkaniyên wan ên dahatê û pêşketina HSDyê bigire binesaziya herêmê û xizmet û çavkaniyên herêmê hedef girtine: "Rasterast HSD hedef negirtin, lê çavkaniyên bingehîn ên herêmê hedef girtin. Hêzên heyî yên li herêmê; DYA, koalîsyona navneteweyî û Rûsya, divê pêşî li van êrişan bigirin û ji bo jinûveavakirina van tesîsan alîkariyê bikin." (AEK/FD)