Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weşanên Weqfa Ragihandinê ya IPSyê Kitêboka Rojnamegeriya Aştîxwaz bi Zimanê Ingilîzî weşand. Nivîskara kitêbokê Sevda Alankuş e.
Pêşgotina kitêbê Susan Dente Rossê nivîsîye. Ross nivîskara kitêba “Peace Journalism: Constructive media in a global community” e û yek ji akademîsyenên Washington State Universityê ku li ser rojnamegeriya aştîxwaz xebitiye.
Prof. Dr. Rossê li ser kitêbokê gotiye:
“Divê hemî rojnamegerên kar dikin vê kitêbê bixwînin û divê ev kitêb ji bo perwerdeyê bê bikaranîn.
Prof. Dr. Sevda Alankuşê li ser kitêbokê ji bianetê re got Rojnamegeriya Aştîxwaz ne bi tenê ew rojnamegerî ye ku agirbest û neyîna şerî dixwaze, ew rojnamegerîyek e ku di newekhevbûna çîn, zayend û baweriyên ji hev cida de bi çavekê erênî hewil dide li bûyeran binêre.
Hûn dikarin kitêbokê bi vê dûvelankê bixwînin. (EA/MB)