bianet ku ji sala 2001an vir ve bi zimanê Tirkî û Îngilizî weşanê dike, dest bi weşana Kurdî jî kir. Wekê rûpela îngilizî, êdî nûçeyên rojane û raporên ku bianetê amadekiriye wê bi kurdî jî were weşandin.
Ji bo dîzaynkirina rûpelê şêwirmendê dîzaynê ya bianetê Alî Seçkin, Mudirê Giştî yê Yeni Hayat Bilişimê Murat Demirten û dîzaynkar Can Toron ku ji 2007an vir ve ji hêla teknîkê ve piştgirî didin bianetê, bi hev re xebitîn. Logoya BIA Kurdiyê ji hêla Akademîsyenê Zanîngeha Mimar Sînanê ya Beşa Grafîk û Dîzaynê Emre Senan ve hat çêkirin. Pisporê ITyê ya bianetê Korcan Ugur jî, ji bo avakirina bingehê û pêşxistina naverokê peywîra kordînasyonê pêk anî.
Kesên bo weşana Kurdî ked dane, derbarê vê pêgava bianetê de nirxandinên xwe anîn ziman.
Gonul: Bi perspektîfa rojnamegeriya aştîxwaz BIA Kurdî
Kordînatorê Projeyên bianetê Evren Gonul: Em li welateke wisa dijîn ku bi taybetî çavkaniyên weşana Kurdî pêk tînin û rewşa gelê kurd radigihînin rastî sansurê tên û ew têne krîmînalîzekirin. Aştiyeke adil ku niha tenê ji dûr ve dixuyê û em dixwazin ku bighêjin wê. Îro em dibin şahid ku ew yek bo me bûye armanceke civakî. Ji ber vê yekê rûpela BIA Kurdî ku bi perspektîfa bianetê ya ji bo mafê nûçegihanî û rojnamegeriya aştîxwaz wê were pêşxistin û bibe qadeke nû. Ez vê yekê ji bo kesên ku tê xwestîn nav, deng û xemên wan bêqiymet were nîşandan re, weke qadeke civakî dibînim. Ez bang li hemû xwendekaran dikim ku bila bibin aliyê vê pêvajoyê, di warê kêmasî û xeletiyên me de baldar bin û weke her demê di vê warê de jî di bingeheke hilberî de piştevaniyê bikin.
Diken: Jiyandina Ziman û Çanda Hevdu
Nivîskar Şêxmûs Diken: bianet nêzî 20 salan e weşaneke serbixwe û bêalî pêk tîne û di vî warî de nirxdarbûna xwe îspat kiriye. Piştî ku rûpela xwe ya îngilîziyê ava kir, iha jî dest bi weşana Kurdyê dike. Ji xwe xwendekarên wê gelek bûn û ji vê pê ve wê êdî xwendekarên kurdî jî tevlî wan bibin. Li gorî min ji destpêkê heta îro ez her dem xwendekarek bianetê bûm û nivîskarê wê me, ji bo min ev yek gelek girîng e. Ez baş dizanim ku xwendekarên bianetê girseyek hilbijêr e û nûçeyên ku dixwînin jî bi vî awayî diyar dikin. Bi vê yekê ve, wê êdî xwendekarên hilbijêr û xwendekarên kurd li qadeke wiha de werin gel hev; ev yek gelek bi qiymet e.
Di sedsala 21. de ku ev qas zilm, zext û zordarî pêk tê de, eger em bibêjin li vê welatî tenê tirk najîn, ji xeynî wan neteweyên din jî hene, eger em behsa feraseta jiyaneke ku tu netew zextê li ya din neke û çand û zimanê xwe bi hev re bi dualî pêşbixin, divê kanalên weke bianetê were teşwîqkirin ku bila ji xeynî zimanê Tirkî bi zimanên din jî weşanê bike.
Bêguman gelê kurd sîte û nûçeyên xwe bi kurdî çêdikin. Lê ev yek di vê meseleyê de aliyek din e. Ya ku bianetê pêk tîne ji xeynî xebatên xwe, bo Kurdî jî fersendek diafirîne. Ev yek pêwist bû. Ji bo vê yekê pîrozkirina bianetê nebes e, divê spasî li wan bê kirin.
Bayram: Vîrûsek dibe Kurdî
Murat Bayram, Edîtorê BIA Kurdîyê: Min cara pêşiyê ev hevoka balkêş a ‘’fikir vîrûsa herî bihêz e’’ li fîlma Inception(destpêk) dîtibû.
Piştî ez çûm atolyeyeka bi navê ‘’Medyaya Alternatîf’’ ya ku bia jî yek ji beşdaran bû, vîrûsên wek ‘’rojnamegeriya jinparêz’’ ‘’rojnamegeriya zarokparêz’’ û ‘’rojnamegeriya aştîxwaz’’ ketin mejiyê min. Li dema peyamnêriyê û edîtoriyê, li dema xwendin û nivîsîna nûçeyan her dem wê vîrûsê ez hişyar dikirim.
Êdî ew vîrûs dê bibe Kurdî. Vê carê bianet dê rêza li mirovan li nivîsîn û xwendina nûçeyan bi zimanê Kurdî nîşan bide. Bia dê bi hêjayîyên mirovatiyê bê ber çavên xwendevanên kurd. Jiyan dibistanek be, li sefa nûçeyan dersên kurdî jî dê dest pê bike…
Onal: 'Xwezî beriya niha de ev xebat dest pê bikira'
Edîtorê BIA Kurdiyê Yusuf ONAL: Li welatê em lê dijîn, medya bûye mecrayeke ku civakê ji nû ve ava dike û her rastî û heqîqetê li gorî xwesteka xwediyên sîstemê diguhirîne. Di vê rewşê de gelek girîng e ku bianet, li gorî feraseta xwe dest bi xebateke wiha dike.
Li Bakurê Kurdistanê ku nêzî 100 sal e zimanê Kurdî hatibe qedexekirin jî, gelê kurd li hemberî asîmîlasyonê dîsa bi zimanê xwe dipeyive. Bêguman dîrok û kevneşopiyeke çapemeniya kurdî jî heye. Lê li welatek ku ev qas şer û kuştin berdewam dike de BIA Kurdî ji bo avakirina aştiyê wê bibe hêviyek. Xebata bianetê ku wê bi feraseta xwe yê bo mafê nûçegihanî, çapemeniya aştîxwaz pêk bîne re, mirov dikare bêje 'Xwezî beriya niha de ev xebat dest pê bikira'.
Ji bo xebat û rojnamegeriya bi zimanê Kurdî kesên weke Celadet Elî Bedirxan, Apê Mûsa, Deniz Firat û Rohat Aktaş canê xwe feda kirin. Di vê çarçoveyê de li dijî polîtîkaya asîmîlasyon û tinekirinê, xebateke wiha bo min gelek pîroz e.