Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li her sal hilberîna 280 milyon ton plastîkê tê kirin. Her sal rêjeya hilberîna plastîkê zêde dibe. Ji sêyê yekê hilberandîyên plastîk ji polîetîlenê pêk tên. Polîetilen ew madde ye ku deryayan qirêj dike û bi salan dimînin.
Li Ewropayê her sal 100 milyar poşetên(kîsikên) plastîk têne şixulandin. Ya kêm 8 milyar poşet tevlî avê dibin. Her welatiyeka/ê Ewropayê her sal kêm-zêde 198 poşetan dişixulînin. Li Portekîz, Polonya û Macarîstanê her welatiyek salê zêdetirî 500 poşetan dişixulînin.
Li gor texmîna rêxistina Ocean Conservancyê di deh salan de rêjeya plastîka di nav derya û okyanûsan de dê bibe 250 milyon ton. Sala 2050yê rêjeya plastîka di derya û okyanûsan de dê ji rêjeya masîyan zêdetir bibe.
Tirkiye her roj 144 milyon ton plastîkê diavêje di nav deryayan de.
(EMK/MB)
Wêneyê Manşetê: Jeremy Caroll