Di ser êrîşa ku Îsraîlê di 7ê Çiriya Pêşiya 2023an de li dijî Xezeyê dabû destpêkirin de nêzî 5 meh derbas bûn. Îro 143yemîn roj e ku Îsraîlê li dijî Filistînê şerê yekalî daye destpêkirin. Di vê heyamê de 100 rojnameger hatine kuştin. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê ji sedî 10ê rojnamegerên ku li Xezeyê ne mirine.
Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) gotiye, "Ev komkujî trajediyeke tirsnak û neheq e" û bi Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê (PJS) re 26ê Sibatê weke Roja Hevgirtina bi Rojnamegerên Filistînî re ragihand.
IFJ û Sendîkayên serbi wê yên li çar aliyên cîhanê îro ji bo rojnamegerên ku hatine kuştin wê xulekek rêz bigirin.
bianet jî piştgiriyê bi rojnamegerên filistînî re dike. Rûken Tûncel, Vecîh Cuzdan, Ayşegul Ozbek, Tûgçe Yilmaz, Hikmet Adal, Aren Yildirim, Pinar Erol, Dîlek Sarîgul, Evrîm Kepenek û Dogan Ay tevî hemû xebatkarên bianetê piştgiriya xwe ya ji bo rojnamegerên Fîlîstînî ragihandin.
(HA/AY)