Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ji bo bianet kurdîyê li edîtoreka/ekê kurdî digere. Ew kesên ku dixwazin kar bikin divê heta 7ê Sibatê daxwaznameya karkirinê bişînin.
Şertên karkirinê:
- Divê mala we li Stenbolê be
- Divê tecrûbeya we ya amadekirina nûçeyên kurdî hebe.
- Divê hûn bikarin di asta zimanê dayikê de, ji zimanê tirkî wergerê ji bo zimanê kurdî bikin.
- Divê hûn bikarin medyaya kurdî bişopînin.
- Divê hûn bikarin li platformên medyaya civakî nûçeyan parve bikin.
- Divê hûn bikarin di pêvajoya edîtoriyal de hevkarîyê bikin.
- Divê ya kêm we lîsans qedandibe.
Ew kesên ku dixwazin vî karî bikin divê CVya xwe heta 7ê Sibatê, saet 17.00ê bişînin. Bi tenê bi wan kesên ji hilbijartina destpêkê borîn re peywendî dê bê danîn.
Hûn dikarin daxwaznameya karkirinê li vê derê dagirin.
(MB)