Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Bianet naverok û plansaziya atolyeyên xwe yên nûçeyan dixwaze bi piştgiriya xwînerên xwe çêbike.Anket bi piştgiriya Şîrketa Şêwirmendî û Lêkolînê KONDAyê ve çêdibe û bi vê anketê tê armanckirin ku atolyeyên nûçeyan ên BİAyê di encama eleqe û bendewariyên xwîneran de bi rê ve biçin. Ev anket di çêkirina naverokên atolyeyên BİAyê de wê ji me re rê veke ku atolye bi beşdariya rojnameger, xwendekarên fakulteyên ragihandinê, akademisyen û mafparêzan bên lidarxistin.
Weqfa Ragihandinê IPS /bianet, atolye û semînerên xwe yên nûçegîhaniyê yên ji sala 2000î û vir ve dimeşandin wê êdî li ofîsa xwe ya nû berdewam bike ku ev ofîs li avahiya saziyê ye. Semînerên bianetê weke atolyeyên medyaya herêmî dest pê kiribû û weke programa ji Dibistanê ber bi Navenda nûçeyan ve (OHO) berdewam dikir.
Atolyeyên nûçeyan wê programên OHOyê ji xwe re bike bingeh ku program di navbera salên 2007 û 2017yê de bi rê ve çûbûn. Atolye wê nûçegîhaniya mafparêziyê û medyaya nû bîne ba hev û li ser mijarên weke li Tirkiyeyê siyaset, dad, civaka sivîl, zayendiya civakî, wêje, zanyarî, huner û felsefeyê bisekinin.
Anket nêzîkî di 15 deqîqeyan de tê dagirtin. Bêyî hebûna bernameyeke nivîsbariyê, prînterê yan jî amûreke din hûn dikarin anketê li ser her cure platformê dagirin. Lê heke ku di dema ketin an jî dagirtina anketê de pirsgirêkek derket, hûn dikarin bi rêya e-postaya li xwarê ji me re binivîsin.
Ew zanyariyên ku di dema dagirtina anketê de tên bi dest xistin tekez wê veşarî bimînin. Ji ber vê jî em rica dikin ku hûnê nêrînên xwe jidil bi me re par ve bikin.
Ji bo piştgiriya we em spasiyên xwe pêşkêşî we dikin.
Ji bo têkiliyê: [email protected]