Ji bo nûçeya Tirkî / İngilizcesi bitikîne
Civîna ji bo temamkirina Projeya Rojnamegerên Bêkar li Pey Nûçeyên Xwe Ne hat kirin. Civîn di roja ku bianet bû 20 salî de hat kirin.
Proje bi piştgiriya Bernameya Mafên Mirovan-Matra ya Balyozxaneya Qiraliyeta Hollandayê pêk hat.
Rojnamegerên bêkar ji bo projeyê nûçe çêkirin. Nûçe ji 18ê Nîsanê ve di bianetê de bi zimanên Kurdî, Tirkî û Ingilîzî hatin weşandin.
BIA(Tevna Ragihandina Serbixwe) di 3yê Gulanê de bû 20 salî, BIA di sala 1997ê de hatibû avakirin. Avaker û xebatkarên bianetê di civînê de salvegera avakirina bianetê pîroz kir.
Di heman rojê de Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê û Kitêboka Destan a Rojnamegeriya Aştîxwaz bi awayekê online, bi Zimanê Ingilîzî hat weşandin.
Civîn li Kameleonê pêk hat, Balyozê Hollandayê û gelek kesên naskirî beşadarî civînê bûn.
Mater: Em dixwazin hevgiriyê bidomînin
“Me 10 dosye li komên dukesane yên rojnamegeran, li 20 rojnamegeran dan çêkirin. Me dosyeya herî dawiyê îro weşand. Me û rojnamegerên bêkar bi vê rêyê hev girt. Em dixwazin vê yekê bidomînin. Ez ji Balyozxaneya Hollandayê re spas dikim ku cenabê balyozî Robert Schuddboom jî li vê derê ye.
Schuddeboom: Ji pêşiya her tiştî azadiya xweîfadekirinê ji bo me giring e
"Li gelek welatan du tişt hene ku ew ji bo me di rêza yekem de ne. Yek ji wan azadiya çapemeniyê ye. Ya dî mafên LGBTIyan e. Bêguman bianet ji zêdeyî ve vê yekê pêk tîne. Vê projeyê derfetekê welê çêkir ku herdu tiştên em di rêza yekê de giring dibînin gihan hev. Ne gelek zehmet e ku em ji projeyên bi vî rengî re bibêjin "erê."
"Em piştgiriya rojnamegeran dikin ku ew bikarin li ser mijarên hatî piştguhkirin binivîsin. Yek ji sebebên bingehîn jî ev bû ku me piştgirî da projeyê."
Michelle Demishevich: bianetê nûçeyên LGBTyê berçav kirin
“Li Tirkiyeyê cara yekê ye ku jineka trans beşdarî projeyeka rojnamegeriyê bû. Di sala 2017ê de hê jî em nikarin wek rojnamegerekê li Tirkiyeyê kar bikin.”
Zana Kîbar: Em bêkar û yên dî ne
“Ya rastî em rojnamegerên bêkar in. Di heman demê de em rojnamegerên dî ne. Ez rojnamegerek kurd im. Keyfxweşiyek e ku beşdarî vê civînê bûme.”
20 salên BIAyê
Materê eşkere kir ku Koordînatora IHOPê(Platforma Mafên Mirovan a Hevpar) Feray Salman û endamê birêvebiriya berê ya TMMOByê(Odeya Endazyar û Mîmarên Tirk) Nacî Temeltaşî ji bo destpêkirina BIAyê ked daye.
Yavûz Onen: Ez kefîl im
“Me di salên 90ê de, dixwest em agahî û belgeyên di heqê pîşeya xwe de ji bo endamên xwe û çînên cidayên civakê ragihînin. Me ji bo vê yekê projeyek çêkir. Dema ji Brûkselê îtiraz hat me proje da Nadîre Mater û Ertugrûl Kûrkçûyî. “
Kûrkçû: Divê Parlamento lêborînê bixwaze
“Ya rastî ji ber ku me nekariye em karê xwe bi temamî bikin ez lêborînê ji her kesan dixwazim. Mixabin ew kesên ku divîya bibûna deng û zimanê gelî û daxwazên wan pêk bîne nekarîn vê yekê bikin û ji bo sîstema dîktatorî ew bûn hevpar.”
Mûstafa Sûtlaşî eşkere kir ku rojnamegerî bi xêra bianetê ji nav dîwarên teng derket.
Prof. Dr. Şahîka Yûkselê da zanîn ku wê gelek sûd ji bianetê girtiye.
Halûk Kalafatî eşkere kir ku wan karên baş kirine û ew ê hewil bidin karên baştir bikin.(TP/HK/MB)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
14- 14- Kesên Li Dijî Nefretê Jiyan, Evîn û Berxwedanê Diparêzin
15- Şahîka: Mirov nikare pişt re bibe trans
16- Emirhan: Di Berxwedana Rêxistinî De Divê Qeydê Bûyeran Were Girtin
17- Komeleya Sarmaşikê hat girtin; Gelo halê mexdûran çi ye?
18- Bankeyeke alternatîf: Bankeya Xurekan a Sarmaşikê
19- Sarmaşik hat girtin: “Ne têr in, ne jî birçî”
20- Projeya bi dekora dîrokî ya ji bo Stenbola modern: Balat
21- Hunera Di Bin Siya Qayûman De
22- Hunermend û bîner bê meydan mane, xwendekar ji konsevatuarê bûne
23- Di Tevgera Kurd De Kronolojiya Zindanan
24- Operasyonên “KCKê”
25- Hemû hevserokên partiyên Kurd di zindanê de mane
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat
*Projeya Rojnamegerên Bêkar li Pey Nûçeyên Xwe Ne bi piştgiriya Bernameya Mafên Mirovan-Matra ya Balyozxaneya Qiraliyeta Hollandayê pêk hat.