Fotograf: Rêxistina Efûyê ya Navnetewî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
11em danişîna doza Buyukadayê li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê berdewam dike. 11 mafparêz di vê dozê de tên dadgehkirin.
Parlamenter û mafparêzên ji derveyî Tirkiyeyê danişînê dişopînin ku çav li rê ye îro heyeta dadgehê biryara xwe aşkere bike.
Ji bo bertawan paraznameyên xwe pêşk^şe bikin heyeta dadgehê biryar da ku dadgehkirin 3yê Nîsana 2020an berdewam bike.
“Çar raporên cida hene ku dibêjin di telefona wî de Bylock nîne”
Taner Kiliç, Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî axivî ye û gotiye, îdiayên derbarê wî de ne rast in û wiha axiviye:
“Li gorî nêrîna min ew rapora ji TİBê hatiye û gotiye bylock bi kar aniye şaş e. Ti delîlek nîne ku min bylock bi kar aniye. 4 raporên cida hatine nivîsandun ku bylock nîne û ev di dosyayê de hatine bicihkirin.”
Kiliçî daxwaza beraetkirina xwe kiriye û gotiye em, ango mafparêz tenê mafên mirovan diparêzin.”
“Dadgehê biryara beraetê ji bo min dabû”
Paşê Gunal Kurşun, Endamê Lijneya Rêveber ê Komeleya İnsan Hakları Gundemî û endamê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî axiviye û gotiye ku “Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê derbarê tohmeta ku dibêje digel ne endamê FETOyê ye lê alîkariya rêxistinê kiriye biryara beraetê dabû min.
“Em weke mafparêzan em li nasnameya mexdûran nanêrin û ji ber vê jî xweş nakin, ji xwe derdekî me yê wiha jî nîne.”
Velî Acû, Endamê Komeleya İnsan Haklari Gundemî û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî jî wiha gotiye: “Ji destpêka vê dozê heta niha herkes dizane ev doz bi delîlên derew û dûrî aqil û bêbinî hatiye vekirin. Ez bi wî tiştî têm tohmetkirin ku endamê sê rêxistinên cida me. Ji ber ku ez mafên mirovan diparêzim têm dadgehkirin û daxwaza beraeta xwe dikim.”
Îlknûr Ustun, Koordînatora Lobiya Jinan a Ewropayê û Koordînatora Koalisyona Jinan wiha gotiye: “Ez ji bo mafên jinan û mafên mirovan kar dikim. Ez bi gelek mirovan re xebitî me û ez hê jî dixebitim û baş bû ye ku ez xebitî me.”
“Bi xêra van karan welatê me gelekî bi pêş de çû. Peymana Stenbolê ya ji bo cîhanê bûye mînak bi saya me hate qebûlkirin. Ez piştgiriya wê daxwaza beraetê dikim ku dozgerî ji bo min xwestiye û dixwazim biryara beraetê derkeve.”
Nejat Taştan, endamê Komeleya Şopandina ji bo Mafên Wekhev, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komeleya Mafên Mirovan wiha axiviye: “Ne ku ji ber em sûcdar in em derketine pêşberî we. Ev doz ji bo mafparêz û civaka sivîl a Tirkiyeyê çavtirsandî bikin hatiye vekirin. Ew reşkirinên ku dema em desteserkirî bûn û di medyayê de derketine hemû jî di nava vê dosyayê de hene.”
Seyhmûs Ozbeklî, endamê Hak İnisiyatifiyê di axavtina xwe de ev tişt gotine: “Ez jî weke nêrîna dozgerî difikirim, lê tiştê ez weke wî nafikirim ew e ku dibêje ji ber tohmeta wî ne berbiçav e ez biryara beraetê dixwazim. Min ti sûcek nekiriye, ez daxwaza beraeta xwe dikim.”
Doz bi pêşkêşkirina parêzeran berdewam dike. (AS/FD)