Nûbiharê pirtûka Mihyedînê Mihemedê Remo ya ji gotinên pêşiyan pêk tê, weşandiye. Navê pirtûkê "Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan" e. Tişta ku balê bêhtir dibe ser pirtûkê ango taybetmendiya pirtûkê ew e ku, gotinên tê de, bi piranî ji herêma Torê hatine berhevkirin.
Belê her çend gotiên navçeyên din ên bakur û rojavayê Kurdistanê tê de hebin jî, amadekarê pirtûkê kar û barên xwe bêhtir li vê herêmê kiriye. Dema mirov dibêje Herêma Torê, di navbera Kerboran, Kercews, Midyad, Hezex û Nisêbînê de dimîne. Devoka ku li vê herêmê tê axavtin, jê re dibêjin devoka Torê.
Di pirtûkê de 1500 gotinên pêşiyan hene ku nivîskarî ew di nav heft heşt salan de bi xwe berhev kirine. Lê ne tenê gotin hene di pirtûkê de. Nivîskarî li gel gotinan, çîrok û hin pêkenok jî di pirtûkê de bicih kirine ku hejmara çîrokan li derdora 200î ne. Her weha hinek jî pêkenok.
Nivîskar ji bo ku gotinan piştrast bike, cih daye van gotin û pêkenokan. Yanî nivîskarî bi çîrok û pêkenokan, ew gotin rave kirine, mane daye wan û hiştiye ku sedema bikaranîna wan gotinan diyar bike.
Amadekarê pirtûkê, hin gotin li gorî bikaranîna wan şîrove kirine, hin jî bi çîrok û pêkenokan vegotiye. Ji ber wê ye ku mirov dema li pirtûkê dinêre, çîrok û çîvanokên di çanda gelî de hene, dibîne û dixwîne. (FD)