*Fotograf: MA/Arşiv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Doza ku Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tohmeta heqaret li Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî kiriye hatibû vekirin, duh encam daye. Demîrtaş di sala 2015an de li Balafirxaneya Ataturkê ya Stenbolê daxuyaniyek dabû û ji ber wê daxuyaniyê doz lê hatibû vekirin.
Dadgehê ji bilindtirîn sînorî ceza li Demîrtaşî biriye û bêyî ku ji cezayê jî daxe 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê daye wî.
Demîrtaş li 46em Dadgeha Asliyeyê ya Cezayî ya Bakirkoyê hatiye dadgehkirin û ew bi rêya Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBIS) beşdarî danişînê bûye. Parêzerên Demîrtaşî jî li salona dadgehê amade bûne.
Di danişînê de dozgerê Komarî nêrîna xwe ya derbarê esasê de diyar kiriye û gotiye Demîrtaşî bi wê daxuyaniya xwe Ahmet Davûtoglû, Serokwezîrê wê demê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiriey hedef.
Her weha gotiye ku Demîrtaşî bi tevgereke xwe sûcê “heqaretê” û “heqareta li Serokomarî” kiriye û divê cezayê mezin lê were birîn.
Dozgerî xwestiye ku Demîrtaş bi tohmeta “heqaret li Serokomarî kiriye” ji sal û 2 mehan heta 4 sal û 8 mehan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Heyeta dadgehê piştî navberekê biryara xwe aşkere kiriye û bi heman tohmetê 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Demîrtaşî biriye.
Ramazan Demîr, parêzerê Demîrtaşî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye, “Heta niha di dozên heqareta li Serokomariyê de kêm caran cezayekî wiha bilind dane.” (RT/FD)