Fotograf: P24
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi tohmeta ku di pênc nûçeyên sendika.org-ê de “propagandaya rêxistinê kiriye” doz li Ali Ergin Demirhan, edîtorê malpera sendika.org-ê hatibû vekirin. Lê dadgehê bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” ceza li Demîrhanî biriye.
Sêyem danişîna doza Ali Ergin Demirhanî îro li 24em Cezayê Giran a Stenbolê dewam kiriye ku ji ber nûçeyên di navbera Kanûna Paşiyê ya 2018 û Adara 2018an de weşandiye, doz lê hatibû vekirin.
Demirhan û parêzerên wî beşdarî danişînê bûne. Demirhanî li hemberî nêrîna esasî ya dozgerî xwe parastiye û gotiye “Berê ez bi kirina propagandaya rêxistinê dihatim tohmetkirin, paşê xwestin ku ji heqareta li Serokomarî werim cezakirin. Nûçeyên bûne mijara tohmetê, azadiya xweîfadekirinê ne. Heqaret nîne.”
Demîrhanî her weha diyar kiriye ku “doz li gorî konjonkura siyasî hatiye vekirin.”
Heyeta dadgehê bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî kiriye” 7 hezar TL cezayê pereyan li Ali Ergin Demirhanî biriye.
“Qe ne be bila ji ber heqaretê em ceza bidinê”
Piştî biryarê Ali Ergin Demirhanî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “24em Cezayê Giran ji ber heqareta li Serokomarî 7 hezar TL cezayê pereyan da. Doza ku ji ber nûçeyên di dema şerê Efrînê de hatine weşandin bi tohmeta propogandaya terorê hatiye vekirin bi gotina ew nîne qe nebe bila ji ber heqaret li Serokomarî kiriye hate dewam kirin. Diviya bû ku cezayek bidana.” (HA/FD)