Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegihanê Die Weltê, Denîz Yûcel di girtîgehê de ye. Wî ji bo rojnameya Die Weltê nameyek daye parêzerên xwe.
Wî di nameya xwe de eşkere kiriye ku hêj li ser wî lêpirsînnameyek jî nehatiye nivîsîn lê serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan wî wek “terorîst” îlan dike.
BIXWÎNE: Erdogan: Denîz Yûcel ne rojnameger e, ew terorîst e
Yûcelî da zanîn ku ew naxwaze ji bo cihekê bê îadekirin, tekane daxwaza wî ew e ku bi awayekê adilane bê dadkirin.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê Yûcelî gotiye:
“eşkere ye ku bi Qanûna Bingehîn a nemeşrû berxwedana ji bo azadiyê, edalet û demokrasî dê ew tişt bin ku ez ê di siberojê de li ser wan nûçeyan binivîsin.
Erdogan: Ew terorîst e
“Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê ji min re got: “Heke hûn serbest berdin em ê keyfxweş bibin.”
“Min got ew ne rojnameger e, terorîst e. Denîz Yûcelî mehekê xwe li konsolxaneya Almanyayê veşart. Ev mêrik terorîst e. Ne rojnameger e.”
Çi bûbû?
Nûçegihanê Tirkiyeyê yê Die Weltê, Denîz Yûce 13 roj bûn ku li navenda polîsan desteserkirî bû, dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yûce di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûce li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(EKN/MB)