Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Gokhan Yildirimê ku bi daxwaza dadgehkirineke adil 8 meh in çalakiya rojiya mirinê didomîne, daketiye 38 kîloyan. Yildirim li Nexweşxaneya Bajarî ya Tekîrdagê li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Gelî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku alîkaran nagirin vî beşî. Li gorî heman daxuyaniyê ji ber vê rewşê jî digel rapora wî heye, Yildirim ji 11ê Tebaxê û vir ve bi tena serê xwe dimîne:
“Gokhan Yildirim ne li girtîgehê, ne li qawîşên girtiyan ên nexweşxaneyan ne jî li beşa nexweşiyên giran nabe bê girtin û divê demildest tehliye bibe. Îşkence ye ku ew bi tena sere xwe, li odeya kesên nexweşiyên giran lê dimînin a bi xuşexuş, hewşeya wê, serşok û tiwaleta wê nîne bê girtin.”
Rapora Lijneya Tenduristiyê: “Divê cezayê wî were taloqkirin”
Gokhan Yildirim ji 25ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û vir ve bi daxwaza dadgehkirina adil, serbestkirina girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bidawî bibe, li Girtîgeha Tîpa Fyê ya hejmara 1ê ya Tekîrdagê çalakiya rojiya mirinê pêk tîne.
Piştî ku rewşa wî xirab bû, parêzerên wî di 2yê Tebaxa 2022yê de serî li Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê daye û xwestine cezayê wî were taloqkirin. Piştî vê daxwazê, ew şandine Girtîgeha Bajarî ya Dr. Îsmaîl Fehmî Cumalioglûyî ya li Tekîrdagê.
Piştî kontrolkirina wî lijneya tenduristuyê ya heman nexweşxaneyê gotiye ku ew nikare li girtîgehê bimîne û divê bicihanîna cezayê wî ji bo sê mehan bê taloqkirin.
Lê dozgerî ev daxwaz qebûl nekir û xwestiye ku ew li nexweşxaneyê bê girtin. (AS/FD)