Fotograf: DISK
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Stenbolê bi sedema ku pandemî heye hemû çalakî û bername heta 17ê Gulanê qedexe kirine. Pîrozbahiyên 1ê Gulanê jî li gorî vê biryarê wê qedexe bin.
Meclîsa Tenduristiya Gelî ya Giştî ya Bajêr di 15ê Nîsanê di bi serokatiya Niyazi Erten, Alîkarê Waliyî ve civiyaye û li gorî biryarên di Lijneya Serokomariyê de hatine wergirtin û yên Wezareta Karûbarên Hundir di 14ê Nîsanê de aşkere kirine, hemû çalakî û bername heta 17ê Gulanê qedexe kirine.
Biryara Meclîsê wiha ye:
“Biryar hatiye girtin ku heta 17ê Gulana 2021ê destûrê nedin civatên giştî jî tê de her cure çalakiyên girseyî yên saziyên civaka medenî, saziyên pîşeyî yên civakî, saziyên wan ên bilind û sendîkayên mîna kooperatîfan,
Qaymeqamtî û saziyên peywendîdar li gorî xalên li jor hatine diyarkirin, ji bo di pratîkê de astengî çênebin û mexdûriyet dernekevin holê, kesên guh nedin biryarên hatine dayîn li gorî xalên peywendîdar ên Qanûna Tenduristiya Gelî ya Giştî werin cezakirin û li gorî Xala 195an a Cezaya Qanûnan a Tirkan derbarê wan de tehqîqatên edlî werin kirin.”
Li sê bajarên din jî qedexe kirine
Çend roj berê Walîtiya Kocaeliyê, Walîtiya Aydinê û Walîtiya Denizliyê jî çalakî û bername qedexe kiribûn ku pîrozbahiyên 1ê Gulanê jî di nav wan de ye. (HA/FD)