Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi sedan wesayitên kirêkirî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) li Yenîkapiyê hatine pêşkêşkirin. Hatiye diyarkirin ku wesayit di dema Şaredarê AKPyi de hatine kirêkirin û pêwistî bi wan tineye.
Rêveberên CHPyê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî zanyarî piştrast kirine û fotografên wesayitan weşandine. Di van fotografan de bi sedan wesayitên li ba hev rêzkirî xuya dikin.
Digel ku mijar li ser medyaya civakî gelekî berfireh û berbelav bûye rêveberiya İBByê heta niha ti daxuyaniyek nedaye.
Hatiye îdiakirin ku heta roja yekşemê hemû wesayit li Yenîkapiyê bên komkirin.
Îmamoglûyî gotibû ew ê wesayitan kom bikin
Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê piştî hatibû hilbijartin gotibû ew ê wesayitan kom bikin ku ev wesayit beriya hilbijartina 23yê Hezîranê bûbû rojev. Îmamoglûyî di daxuyaniyeke xwe ya din de jî gotibû wî ferman daye hevalên xwe da ku wesayitan kom bikin.
Kaftancioglû: Ev destpêkeke biçûçik e
Canan Kaftancioglû, Seroka CHPyê ya Stenbolê jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye: “Ev destpêkeke biçûkçik e. Wesayitên din wê bên derxistin û dawî li îxanetê were. Têgihiştin û serokekî ku li dijî rantê gel diparêze, wê bihêle bêhn li Stenbolê fireh bibe û wê di vê de berdewam bike.” (HA/FD)