Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji Bakûrê Sûriyeyê 5 rokêt avêtine Girgamêş , navçeya Dîlokê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê rokêtên ku hatine avêtin li lîseyekê, du mal û tirêleya ku nêzîkî Deriyê Sînor yê Girgamêşê(Qerqamiş) bûye ketine. Ajansê gotiye, rokêt ji aliyê YPG/PKKê ve hatine avêtin.
Davût Gul, Waliyê Dîlokê aşkere kiriye ku di êrişê de 2 kes mirine û 6 kes jî birîndar bûne.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu daxuyanî daye û diyar kiriye ku yek jê zarok û dersdêr 3 mirine. Her weha Soylu weha gotiye,
"Niha birîndarên me hene. Ew jî li nexweşxaneyan tên dermankirin. Piştî operasyona ku duh hat kirin û rêxistina terorê derbeyên mezin xwar, wê bi awayekî herî xurt bersiva êrîşên li dijî rêxistina terorê bê dayîn. Wê di vî warî de gavên pêwîst bên avêtin."
Mhîr Polat, Şêwirmendê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Parlamenterê Îzmirê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî daye û diyar kiriye ku di nav kesên ku mirine de biraziyê wî Hasan Karataş jî heye.(EMK/AY)