Baraneke dijwar û bi bandor di 14ê Cotmeha 2026an de li Stenbolê barî. Baranê, pirsa ‘gelo bajar çiqasî ji qeyrana avhewayê re amade ye’ careke din anî rojevê. Di heman demê de yek ji mijarên sereke yên Lûtkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) a ku dê bi mazûvaniya Tirkiyeyê bê lidarxistin, bajarên berxwedêr in. Lê belê Stenbolê vê carê jî di vê azmûnê de biser neket.
Piştî lehî û rabûna avê, li gorî bîlançoya dawî ya hatiye ragihandin, li Stenbolê heft kesan jiyana xwe ji dest dan. Walîtiya Stenbolê ragihand ku zirar û ziyanên mezin li nêzîkî 3 hezar mal û cihên kar ketin.

"Krîza avhewayê dê Deryaya Reş veneguherîne bihuştê"
Piştî baranê, rûxandina avahiyên di devê çem de li Ayazagaya Sariyerê, polîtîkayên bajêrvaniyê yên Stenbolê û avakirina li herêmên xetereya lehiyê heye, dîsa xistin nav nîqaşê.
Endamê hîndekariyê yê Beşa Endezyariya Meteorolojiyê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê (ÎTU) Prof. Dr. Barış Onol, ji bianetê re, bandora qeyrana avhewayê ya li ser bûyerên hewayê yên dijwar, nifûsa Stenbolê ya her ku diçe mezin dibe û tiştên ku divê bên kirin da ku bajar li hember karesatan li ber xwe bidin, nirxand.
Wesayîtên ku li Ayazagaya Sariyerê li ber lehiyê ketine/ Wêne: AA
"Him hejmara baranên zêde û him jî dijwariya wan dê zêde bibe"
Onol diyar kir ku bi guherîna avhewayê re dê rêjeya baranan û pêlên germahiyê zêde bibin û anî ziman ku ev bûyer ne tenê dê pirtir bên dîtin, di heman demê de dê dijwartir jî bibin.
Onol destnîşan kir ku amadekirina bajaran ji bo vê guherînê mecbûrî ye û bi vî rengî axivî:
“Tê zanîn ku bi guherîna avhewayê re rêjeya baranan û pêlên germê dê zêde bibin. Dê him dijwariya wan him jî hejmara wan zêde bibe. Ji ber vê yekê divê binesaziya bajaran ji bo vê amade be.”
Onol da zanîn ku li cîhanê koça ji gund û bajarokan ber bi bajaran didome û her weha destnîşan kir ku di dema bajêrvanîkirina bilez de dibe ku veberhênanên binesaziyê werin paşguhkirin.
Li gorî Onol, xetereya ku qeyrana avhewayê diafirîne, bi mezinbûna bajaran û kombûna nifûsê li herêmên diyar re dibe xetereyeke mezintir a civakî.
“Avhewa qet neguhere jî zêdetir mirov bandor dibin”
Onol diyar kir ku bandorên lehî û rabûna avê tenê bi rêjeya baranê nayên ravekirin, mezinahiya nifûsa ku rûbirûyî xetereyê dimîne û qadên avahîsaziyê jî diyarker in.
Onol bal kişand ser wê yekê ku bi berfirehbûna bajaran re bûyerên hewayê yên bi heman dijwariyê dikarin bandorê li zêdetir kesan bikin û wiha got:
“Nifûsa zêdetir tê wateya zêdetir qada bajêr. Rûbirûmayîna li hember bûyerên hewayê yên bi vî rengî yên dijwar zêde dibe. Dema rûbirûmayîn zêde dibe, bandorbûn jî zêde dibe. Heman xetere du caran dubare bibe, heta ku bi heman tundiyê be jî ji ber ku bajar mezin bûye zêdetir mirov jê bandor dibin. Zêdetir windahiyên can û mal çêdibin.”
Onol destnîşan kir ku ji xeynî krîza avhewayê, bajarbûn jî dikare encamên karesatan girantir bike:
“Avhewa qet neguhere jî heman bûyer ji ber ku bajar mezin bûye bandorê li zêdetir mirovan û qadên berfirehtir dikin.”
Ji ber vê yekê Onol anî ziman ku divê ne tenê bûyerên hewayê, zêdebûna nifûsê, bikaranîna erd û awayê bajarbûnê jî tev li nirxandinên rîskê bên kirin.
“Divê bajar bi nêrîneke pir bi dîsîplîn bên plansazkirin”
Onol diyar kir ku ji bo avakirina bajarên ku li hember krîza avhewayê saxlem disekinin divê plansaziya bajaran ji nû ve bê nirxandin û bal kişand ser girîngiya xebata hevpar a şaxên cuda yên zanistê.
“Divê bajar li gorî vê bên dîzaynkirin û planên bajarbûnê li gorî vê bên amadekirin. Divê ev kar bi awayekî pir bi dîsîplîn bê nirxandin. Endezyarên meteorolojiyê, plansazên bajar û herêman, hîdrolog û zanyarên ku di warê hîdrolojiyê de dixebitin, divê hemû bi hev re bajarên bi ewletir plansaz bikin.”
Onol destnîşan kir ku mezinbûna bilez ne tenê pirsgirêka bajarên li Tirkiyeyê ye, li gelek deverên cîhanê rîskên bi heman rengî pêk tên.
Onol anî ziman ku bajarên li Ewropayê jî ji ber binesaziyên xwe yên kevn li hember bûyerên hewayê yên dijwar rûbirûyî zehmetiyan dimînin û teqez kir ku bajarbûna bi plan pêdiviyeke ku nayê taloqkirin.
“Divê em xwe ber bi bajarbûneke bi plan ve bi pêş bixin. Nexwe ev bûyer dê berdewam bikin.”
“Topografya û nifûsa Stenbolê rîskeke cidî çêdike”
Onol diyar kir ku ji avahisaziyê re vekirina derdora çem û rûbaran li Stenbolê pirsgirêkeke ku bi salan e tê zanîn û bal kişand ser taybetmendiyên erdnîgarî yên bajêr.
Onol bi bîr xist ku Stenbol xwedî topografyayeke ku bi newal û rêgehên xwezayî yên herikîna avê teşe girtiye û got ku avahîsaziya zêde ya li van qadan rîska lehiyê zêde dike.
“Avahîsaziya li cihên çeman hem li Stenbolê hem jî li bajarên me yên din pirsgirêkeke ku bi salan e tê zanîn. Li herêmeke ku xwedî topografyaya wekî Stenbolê ye, newal ber bi Tengavê ve dirêj dibin. Li qadeke bi vî rengî nifûsa nêzî 15 milyonan rîskên cidî derdixe holê.”
Onol bi lêv kir ku li gorî berê nifûs û qadên avahîsaziyê yên Stenbolê bi rêjeyeke mezin zêde bûne û anî ziman ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên li bajêr zexta nifûsê ye.
Her weha Onol teqez kir ku ligel bandorên krîza avhewayê ev zext rîskên mezintir çêdike.
AKOM: Li Beykozê ji bo her metreçargoşeyê 277 kîlogram baran barî
Li gorî daxuyaniya AKOMa girêdayî Serokatiya Daîreya Rêvebiriya Karesatan a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ku di 15ê Cotmehê de hat weşandin, li Beykozê ji bo her metreçargoşeyê 277,1 kîlogram baran hatiye tomarkirin.
AKOMê ragihand ku ev rêje ji sala 1942yan û vir ve barana herî zêde ye ku di îstasyonan de hatiye tomarkirin. Li gorî daxuyaniyê, rêjeya baranê gihîştiye çar qatê navîniya demdirêj a meha Cotmehê
ÎBBê eşkere kir ku di xebatên midaxeleya ewil de 8 hezar û 564 personel û 2 hezar û 325 wesayît û makîneyên kar cih girtine.
Walîtî: Ziyaneke mezin li nêzîkî 3 hezar mal û kargehan ket
Waliyê Stenbolê Davut Gul di daxuyaniya xwe ya 19ê Cotmehê de ragihand ku ziyaneke mezin li nêzîkî 3 hezar mal û kargehan ket û li seranserê bajêr 19 hezar û 300 îxbar hatine wergirtin.
Zirara aborî ya giştî ya lehiyê hêj teqez nebûye
Di nirxandinên destpêkê ên sektora sîgortayê de tê pêşbînîkirin ku ziyana giştî dikare bigihîje 20 milyar lîreyan, di daneyên 19ê Cotmehê yên Yekitiya Sîgortayê ya Tirkiyeyê de jî hat diyarkirin ku ji bo ziyanên bisîgorte yên li Stenbol û pênc bajaran nêzîkî 1,9 milyar lîre tazmînat hatiye veqetandin.
Li Ayazagayê avahiyên di devê çem de hatin hilweşandin
Li Ayazagaya Sariyerê piştî lehiyê biryar hat dayîn ku avahiyên di devê çem de bên rakirin. Walîtiya Stenbolê ragihand ku di 18–19ê Cotmehê de hilweşandina dikanên li herêmê, avahiya qursa Qur'anê û qadên werzişê temam bûne.
Tê plankirin ku li herêmê nêzîkî hezar û 700 metre çem bê çakkirin û rêkûpêkkirin. Hilweşandinan pirsên wekî "cihên çeman di rabirdûyê de bi kîjan biryarên îmarê ji avahîsaziyê re hatin vekirin û dê rîskên bi heman rengî li herêmên din ên Stenbolê çawa bên astengkirin" anîn rojevê.
Modelên avhewayê yên Onol: Dibe ku di pêşerojê de zêdetir baran bibarin
Prof. Dr. Bariş Onol di simûlasyonên avhewayê de ku di 15ê Cotmehê de weşandibû, nîşan da ku li herêma TR10ê ya ku Stenbolê jî vedihewîne, rêjeya herî bilind a barana rojane di encamên modela serdema berê de nêzîkî 210 mîlîmetre bû, lê di senaryoya pêşerojê ya ku serdema 2061–2070yî vedihewîne de dikare bigihîje asta 437,44 mîlîmetreyan.
Onol diyar kiribû ku ji ber qeyrana avhewayê ya ku ji ber mirovan çêbûye, dijwarbûna van baranan bi piranî tê çaverêkirin, lê ji bo ku têkiliya bûyereke diyar bi krîza avhewayê re bi awayekî teqez bê nîşandayîn, pêdivî bi analîzên zanistî heye.

Odeyen pîşeyî: Divê çem û rûbar bên parastin, binesazî ji nû ve bê plansazkirin
Odeya Endezyarên Avahîsaziyê ya TMMOByê di daxuyaniya xwe ya 16ê Cotmehê de xwest ku dawî li tengkirina xetên çem û rûbaran û astengkirina rêgehên xwezayî yên herikîna avê bê anîn.
Odeyê pêşniyar kir ku nexşeyên rîska lehiyê bên nûkirin, kapasîteya sîstemên drenajê yên ava baranê ji nû ve bê nirxandin û polîtîkayên pêşîgir ên ku ji destwerdana piştî karesatê wêdetir diçin bên pêkanîn.

Rûyê nediyar yê qeyrana avhewayê: Xizanî û zarokên karker
Şaxa Stenbolê ya Odeya Endezyarên Jîngehê ya TMMOByê jî di daxuyaniya xwe ya 15ê Cotmehê de bal kişand ser betonbûna zêde, binesaziya kêm a ava baranê û windakirina qadên xwezayî yên komkirina avê.
Endezyarên jîngehê bang kirin ku xetên ava baranê û ava qirêj ji hev bên veqetandin, xetên çeman bên parastin û sepandinên "bajarê îsfencî/sunger" yên ku dihêlin ava baranê bikeve bin erdê, bên berbelavkirin.
Levent Kurnaz: Divê guherîna avhewayê û bajarbûn bi hev re bên nirxandin
Ji Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Levent Kurnaz, di nirxandina xwe ya ku di 17ê Cotmehê de weşandibû de diyar kir ku bûyereke tenê ya barana zêde rasterast bi guherîna avhewayê ve nayê girêdan, lê belê atmosfera ku germ dibe dikare zêdetir hilma avê hilgire.
Kurnaz bal kişand ser wê yekê ku zêdebûna rûberên beton û asfaltê rê li ber ketina ava baranê ya bin erdê digire û guhertina xetên çeman û dîzaynkirina binesaziyê li gorî şert û mercên avhewayê yên berê, rîska lehiyê mezin dike.
Kurnaz teqez kir ku rîska avhewayê divê ne tenê ji aliyê binesaziyê ve, di heman demê de ji aliyê mafê stargehê, ziyanên aborî û newekheviyên civakî ve jî bê nirxandin.
Lûtkeya bajarên berxwedêr a Tirkiyeyê
Berî COP31ê ku Tirkiye dê mazûvaniya wê bike, ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ve li Hatayê bernameya “Rêya Tirkiyeyê ya Ber bi COP31ê ve: Bajarên Berxwedêr” hat lidarxistin. Di bernameyê de mijara zêdekirina berxwedana bajaran a li hember guherîna avhewayê û karesatan hat rojevê. Yek ji xalên sereke yên rojeva çalakiyê ya COP31ê ku berî civînê ji aliyê Wezîr Murat Kurum ve hatibû ragihandin, "bajarên berxwedêr ên dostê avhewayê" ye. Kurum di daxuyaniya xwe ya 8ê Hezîranê de derbarê mijarê de wiha gotibû:
“Em hemû dizanin ku bandorên guherîna avhewayê bi awayekî herî berbiçav li bajaran, taxan û di jiyana rojane ya mirovan de tên hîskirin.”
Di çarçoveya polîtîkaya bajarên li hember avhewa û karesatan berxwedêr a wezaretê de, Stenbol, Îzmîr, Mereş, Manîsa û Tekîrdag di nav bajarên pîlot de cih digirin. Di projeya ku bi fînansmana Banka Cîhanê tê piştgirîkirin de, xurtkirina avahiyên birîsk, pêşxistina stratejiyên veguherîna bajarî û piştgirîkirina veberhênanên binesaziyê yên şaredariyan ên li hember karesatan berxwedêr tên armanckirin.
Stratejî û Plana Çalakiyê ya Neteweyî ya Lihevhatina bi Guherîna Avhewayê re ya 2024–2030î ya wezaretê jî di 11 sektoran de 40 stratejî û 129 çalakiyan li xwe digire.
Piştî lehiya ku di 14ê Cotmehê de li Stenbolê qewimî, pirsa ku ev polîtîka dê çawa piştgiriyê bidin xurtkirina binesaziyê ya li hember baranên zêde, parastina xetên çeman û tevlîkirina rîskên avhewayê di planên bajaran de, girîngiyeke mezin bi dest dixe.
Ji bo lehiyê pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Parlamentoyê hat kirin
Parlamenterê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengiz Çiçek, bi armanca lêkolînkirina sedemên karesata lehiyê ya ku di 14–15ê Cotmehê de li Stenbol û Kocaeliyê pêk hatibû û tê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabû û polîtîkayên bajarvaniyê, pêşnûmeya lêkolîna pêşkêşî Parlamentoyê kir.
Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku wêraniya ji ber baranên zêde derketiye holê tenê bi şert û mercên avhewayê nayê ravekirin; vekirina derdorên çeman a ji bo îmarê, avahîsaziya bêplan, efûyên îmarê û kêmasiyên di veberhênanên binesaziyê de encamên karesatê girantir kirine.
Çiçek bi bîr xist ku Geliyê Cendereyê ya ku ji ber rîska lehiyê avahîsazî lê hatibû qedexekirin, di sala 2011an de ji îmarê re hatiye vekirin. Li gorî daneyên Desteya Koordînasyonê ya Bajêr a Stenbolê ya TMMOBê hat ragihandin ku li bajêr neh navendên danûstandinê, 16 kampusên zanîngehan, Nexweşxaneya Bajêr a Çam û Sakurayê ya Başakşehirê û gelek tesîsên pîşesaziyê li ser xetên çeman hatine avakirin.
Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku bandorên wêrankirina li Daristanên Bakur, planên derbarê Kanal Stenbolê de û avahîsaziya li hewzeyên avê ya li ser rîska lehiyê bên lêkolînkirin.
Çiçek her wiha daxwaz kir ku xetên çeman ji avahîsaziyê re bên girtin, çemên ku hatine girtin dîsa bigihîjin herikîna xwe ya xwezayî û mafê stargeha ewle ya kesên li herêmên birîsk dijîn, kirêdar jî di nav de, bêyî ku bêxanî û bêmilk bibin, bê parastin.
Di pêşnûmeyê de bang hat kirin ku biryarên îmar, rûxset û veberhênanê yên rêveberiya navendî û rêveberiyên herêmî bên lêkolînkirin û derbarê encamên karesatê de hesabdayîna giştî bê dabînkirin.
Ji bo Stenbola li hember krîza avhewayê li ber xwe dide divê çi bê kirin?
Lehiya dawî ya li Stenbolê dîsa anî rojevê ku amadekariya li hember bûyerên hewayê yên dijwar nikare tenê bi hişyariyên meteorolojîk û destwerdanên piştî karesatê ve sînordar bimîne.
Di daxuyaniyên pispor û odeyên pîşeyî de hat pêşniyarkirin ku bila xetên çeman bên parastin, li qadên birîsk avahîsazî bê sînordarkirin, binesaziya ava baranê bê xurtkirin, rûberên derbaskirinê (yên ku avê derbasî bin erdê dikin) bên zêdekirin û planên bajaran li gorî şert û mercên avhewayê yên pêşerojê bên amadekirin.
Nirxandina Prof. Dr. Barış Onol a ji bo bianetê jî aliyekî din li vê nîqaşê zêde dike: Her ku nifûs û qadên avahîsaziyê yên bajaran mezin dibin, bûyerên meteorolojîk ên bi heman dijwariyê jî dikarin bandorê li zêdetir mirovan bikin.
(FY/CA/AY)




.jpg)


.jpg)





