Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li dijî Serkonsolxaneya Tirkiyê a li Mûsilê û baregeha leşkerî ya li Başîkayê di heman demê de êrîş pêk hatiye. Rûdawê nivîsiye ku êriş bi mûşekan hatiye kirin, RojNewsê jî ragihandiye ku êrişa li ser baregeha leşkerî bi dronê hatiye kirin.
Rûdawê ragihandiye ku 4 mûşek li derdora avahiya konsulxaneyê ketine û ziyan gihîştiye avahî û otombîlên derdorê, lê ti ziyanên canî û birîndarî çênebûne.
Herdu saziyên nûçeyan derbarê kuştî û birîndarên êrîşa dronan de ên li ser baregeha leşkerî ya li nêzî Başîqayê de agahî parve nekirine.
RojNews diyar kiriye ku hêzên Seraya Ebabîl ku komek şîene û li Iraqê ye, berpirsyariya êrîşê girtiye ser xwe.
Baregeha leşkerî ya li Başîqayê 12 kîlometreyan li bakurê Mûsilê ye. Di sala 2015an de hatiye avakirin û jê re “Bingeha Başîka an jî Zilkan” tê gotin.
Wezareta Karên Derve êriş şermezar kiriye
Wezareta Derve ya Tirkiyeyê derbarê êrîşê de daxuyaniyek daye.
Wezareta Derve êrîşa li dijî Konsulxaneya Mûsilê piştrast kiriye û derbarê êrişa ser baregeha leşkerî ya Başîqayê de ti tiştek negotiye.
Di daxuyaniya wezaretê de weha hatiye gotin, "Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û em li bendê ne ku di zûtirîn demê de berpirsyar bên darizandin. Em bang li rayedarên Iraqî dikin ku erkên xwe yên parastina nûnertiyên dîplomatîk û konsulxaneyan pêk bînin."(HA/AY)