* Fotograf Ajansa Anadolûyê (AA)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaredarê Lvîvê yê Ûkraynayê Andrey Sadoviyî da/uyaniyek daye û gotiye ku vê sibê 5 moşek avêtine bajêr.
Alîkarê Serokê Ofîsa Serokatiya Dewletê yê Ûkraynayê Mîxaîl Podolyakî jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye ku hêzên rûsî êrîşî Lvîvê kirine û "bi 5 moşekan êrîşeke giran li binesaziya sivîl a Lvîvê bûye."
Waliyê Lvîvê Maksîm Kozîckiyî jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di encama êrîşên moşekan ên Rûsyayê de şeş kes mirine û heşt kes jî birîndar bûne.
Kozîckiyî li ser hesabê xwe yê Telegramê wiha nivîsiye: "Sê moşek li tesîsên leşkerî yek jî li atolyeyeke lastîkan ketiye. Ji ber êrîşan agir bi avahiyan ketiye. Xebatên vemirandinê dewam dikin. Cihên ku moşek li wan ketine, ziyaneke mezin gihîştiye wan. Di nava birîndaran de zarok hene."
"Hêzên rûsî ketine Kremmînayê"
Waliyê Lûhanskê Sergey Gaydayî jî li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsiye ku, "Rûs ketine Kremmînayê. Şerên kolanan destpê kiriye. Tehliyekirin ne mimku e.
Piştî hêzên rûsî li Marîûpolê bang li leşkerîn ûkraynî kirin û ji wan re gotin "teslîm bibin", Serokwezîrê Ûkraynayê Denîs Şmigalî daxuyaniyek weşandiye. Şmigaliyî diyar kiriye ku leşkerên li Marîûpolê teslîm nebûne û hîna şer dikin.
Li hêla din Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkovî ragihandiye ku wan il Xarkîvê du balafirên şerî yên Mig-29ê yên Ûkraynayê xistiye.
Ûkrayna: 205 zarok mirine
Serdozgeriya Ûkraynayê diyar kiriye ku ji roja Rûsyayê êrîş li Ûkraynayê kiriye heta niha 205 zarok mirine û 362 zarok jî birîndar bûne. Serdozgeriyê her weha gotiye ku di encama bombebarana artêşa rûsî de heta niha ji hezarî zêdetir saziyên perwerdeyê ziyan dîtine û 95 ji wan bi temamî rûxiyane.
Di vê navberê de serokê Kilîseya Katolîkan Papa Francesco jî duh li Qada Azîz Petrûsî ya li Vatîkanê di dena merasîma Paskalyayê de, Ûkrayna di serî de ji bo tevahiya cîhanê daxwaza aştiyê kiriye û bang li serokên dewleta kiriya da ku qêrîna aştiyê ya gelên xwe bibihîzin.
Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê, Ursula von der Leyenê ji rojnameya almanî Bildê re gotiye, "Welatên YEyê yên derfetên wan hene bila yekser çekan ji Ûkraynayê re dabîn bikin." (SD/FD)