Sadik Aslan 18 sal in girtî ye. Di Gulana 2023yan de li gorî qanûnan diviyabû ku ew tehliye bibe. Lê Lijneya Rêvebiriyê û Çavdêriyê ya Girtîgehê, wê demê ji ber “behsa Destûra Bingehîn kiribû”, nehiştibû Aslan tehliye bibe. Lijneyê di biryara xwe de gotibû, “Pûanên wî yên nirxandina rewşa başbûnê hene lê wî wî negotiye ‘poşman im’ û ihtimal heye piştî tehliye bibe careke din sûcan bike” û biryar dabû ku Aslan 3 mehên din girtî bimîne.
Li gorî vê biryarê, Aslan diviyabû ku di 14ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de tehliye bibe. Lê heman Lijneyê vê carê jî di biryara xwe de gotiye, “diyar bûye ku poşman nebûye û ne amade ye bikeve nava civakê” û dîsa Aslan tehliye nekir.
"Poşman nebûye"
Lijneyê bi van gotinan xwestiye biryara xwe xurt bike: “Dema lêkolîna rapora çavdêrî û nirxandina psîkososyalê, li tomarkirinên lênûska hevdîtinê ya psîkososyalê, plana başkirinê ya serwîsa psîkososyal a 17ê Gulana 2023yan hatiye kirin, hatiye dîtin ku nexwestiye bersiva pirsên bide ku ji bo bê ka wê careke din sûcan bike yan na, poşman e yan na, metirsî heye careke din zerarê bide civak û mexdûran yan na.”
Lijneyê behsa rapora nirxandinê ya çavdêriyê kiriye û gotiye, “ne dilxwaz e di beşdariya xebatên perwerde û hînkariyê de”, “gelek caran çalakiyên wî yên disîplînê bûne” û ev jî nîşan dide ku “ew bi hikumxwarên din ên sûcên terorê re tev digere ” û ji ber vê jî “liv û tevgerên wî ne baş in.”
Wekîla Serokê Koma HEDEPyê Meral Daniş Beştaşê duh li Parlamentoyê di dema civata giştî de behsa rewşa Aslanî kiribû û gotibû: “Lijneyên rêveberiyê yên girtîgehan êdî erka darazê pêk tînin; bi rengekî korsan didarizînin û cezayan didin û mirovan di girtîgehan de dihêlin. Lê kujeran serbest dikin.”
Li gorî zanyariyan, Lijneya Rêveberiyê û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmara 1ê ya Elezîzê ji bo Emrah Kandemîrî cara duyem biryar daye ku piştî sê mehan, Emrah Akyol piştî sê mehan, Fendî Yîgît cara sêyem piştî 6 mehan, Serdar Şîtîlay piştî 6 mehan û Suphî Guler piştî 3 mehan tehliye bibe. (FD)