Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Çînê Vîrûsa Koronaya Nû ketiye laşê 6 hezar kesan. Tirkiye dê 32 welatîyên xwe yên li herêma di bin karantînayê de li welatê wan vegerîne.
Konsolosê Tirkiyeyê yê li Pekînê, Emin Önenî daxuyandiye ku:
“Heta niho jimara wan kesên ku bi gumana vîrûsê di bin karantînayê de têne hiştin ji 44 hezaran borîye. Li gelek eyalet û bajarên Çînê şertên karantînayê têne pêkanîn.
“Vîrûs ketiye laşê zêdetirî 6 hezar kesan.
“Li Wuhanê 32 hevwelatîyn me hene. Dema balafirên ambûlans ji Tirkiyeyê hatin em ê wan tehliye bikin.”
Li Wuhanê tiştên li dikanan xelas bûne. Bi hezaran kesên bîyanî jî li bajarî asê mane û nikarin derbikebikevin.
Derdarekê zimanê ingilîzî yê bi navê Joseph Pacey ji AFPyê re gotiye:
“Ya rastî ev rewşeka welê ye ku gelek stresê çêdike. Tirsa min a herî mezin ew e ku ev rewş bi mehan dewam bike.”
Çi bûbû?
Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşiyê di roja dawiyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.
Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.
Rêxistina Dinyayê ya Saxlemîyê (WHO) daxuyandiye ku wan di analîzên xwe de xeletîyên berçav kirine. Koronaya nû ji bo dinyayê “metirsîyeka zêde” çêkiriye.
Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine.
Bixwîne - Li Çînê herî kêm 139 kes bi vîrûseka nenas mirine
Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperiyalê ya li Londonê hatiye kirin. Saziyê hikûmeta qiralîyê hişyar kiriye.
(PT/MB)
Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne
Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk aniye. ...
Vîrûsa nenas gihaye DYAyê: 6 kes bi wê vîrûsê mirine
Vîrûseka nayê naskirin a ku ji Çînê belav bûye, gihaye Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê(DYA). Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê ......