Ji bo nûçeya tirkî 1 / 2 / ingilîzî bitikîne
Erk Acarer, rojnameger û nivîskarê rojnameya BirGunê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku ew li mala xwe ya Berlînê rastî êrişa bi kêrê hatiye.
Acarerî gotiye ku ew çûye nexweşxaneyê û metirsiyekî jiyanî li ser wî çênebûye.
Acarerî nivîsandiye ku ew êrişkaran nas dike û gotiye, “Ez faîlan dizanim. Ez ê tu carî teslîmî faşîzmê nebim. Bila kes mereq neke ev rojana wê derbas bibin!”
Sendikaya DÎSK Basin Îşê li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşan daye û weha gotiye:
“Hûn nikarin bi pêkanîna van êrişan rastiyan asteng bikin. Em li gel Erk Acarerî ne”
“Derbarê faîlan de xwedî zanyarî me”
Rojnameger Erk Acarer piştî ku li nexweşxaneyê hatiye dermankirin, vîdeokî belav kiriye. Acarer diyar kiriye ku di hewşa avahiya ku ew lê dimîne de rastî êrişa sê kesên bi çek hatiye û ji ber ku di dema bûyerê de şahid pir bûne, êrişkaran çek bikarneanîn.
Erk Acarer weha gotiye: “Ev ispata wê yekêye ku tevahî tiştên em li dijî desthilata AKP-MHPê dinivisîne rast in. Weke bercesteyî bêguman ez xwedî nerîn û zanebûneke der barê kiryaran de me. Hêzên ewlekariyê ji min xwest ku çend rojan navên kesek yan komek aşkere neke ji berk u karên me zihmettir dibe. Lê bersiva pirsa ka 10 hezar dolar tam li vir li cihekî ye. Bazirganên çekan ên ku mal û milkên gel dizîn, li ber serê me ne. Divê ku ez vê bêjim, wan tu tiştek fêm nekirine. Ji ber ku em ne ji bo rehetiya xwe ketin rê, emji bo zarokên me rehet bikin ketin rê. Ji ber vê yekê em rojnamegeriyê dikin.”
(KO/HA/AY)