Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi hinceta ku sembolên li parqeka nûvekirî ya Kuçukçekmeceyê hatine bikar anîn, sembolên PKKyê tînin bîra mirovan lêpirsîn hate destpêkirin.
Turan Bedirhanoglu, Qeymeqamê Navçeya Kuçukçekmeceyê diyar kiriye ku gelek gilî û gazincên tund ji welatiyan hatine kirin ji ber sembolên ku piştî xebatên nûkirinê yên li Parka Ataturk ya li Mehelleya İstasyonê.
Bedirhanogluyî destnîşan kiriye ku ji bo rakirina van sembolan wî ferman daye û ew sembol hatine rakirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Aanadoluyê, Bedirhanogluyî gotiye wan haya saziyên edlî ji mijarê çêkiriye û lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Kesên proje çêkirine û pesend kirine wê werin tespîtkirin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, ji bo kesên proje çêkirine û pesend kirine bên diyarkirin lêpirsînname amade kiriye.
Xebatên diyarkirinê yên Midûriyeta Dijterorê ya Emniyeta Stenbolê dewam dikin. (TP/VU/FD)