Fotograf: Barbaros Şansal / Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehê li gorî Xala 301an a Qanûna Cezayan a Tirkan, 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li modenas Barbaros Şansalî biriye.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê bi îdiaya ku “armanc kiriye êrîşî mafên wî yên şexsî bike û heqaret, êrîş biriye ser rûmet, heysiyet û şerefa wî û bêbextî lê kiriye” giliyê Şansalî kiribû. Duh (7ê Îlonê) dadgehê biryara xwe daye.
Parêzer Efkan Bolaçî gotiye ku, tiştên gotiye nabe weke sûc were nirxandin û dawxaza beraetkirinê kiriye.
Lê 52yem Dadgeha Asliye Cezayan a Stenbolê, him cezayê girtîgehê li Barbaroş Şansalî biriye, him cezayê wî taloq nekiriye û him jî nekiriye cezayê pereyan. Şansal dikare serî li Dadgeha Îstînafê bide û li dijî vê biryarê derkeve.
Pispor: Heqaret tê de heye
Gotinên Şansalî yên di vîdeoyê de ji pisporî re hatiye şandin. Ji pisporî xwestine ku ka haqaret di gotinan de heye yan na.
Rapora zanyaran ya ku ji Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê Doç. Dr. Îsmaîl Karacayî amade kiriye gotiye ku “gotinên pîs û dirûtin, heqaret in”.
Di îdianemeyê de ew gotinên ku Şansalî di 1ê Kanûna Pêşiyê ya 2017an de li ser hesabê xwe yê Twitterê weşandiye, weke sûc qebûl kirine:
“Û Semîhî beraet kir….Û Nûriye tehliye bû… Û pîsiya desthilatê li ber çavên hemû cîhanê ye. Ger ez çiqas li dûr bim jî…Ez bi wan nûçeyan kêfxweş dibim ku rehên min li wir in. Ez ji we re tiştekî tenê dibêjim. Em li berxwedidin û qezenc dikin. Em ê van bidirûn û bişînin. Em ê carek edin dewleta laîk, demokratîk, civakî û hiqûqê bixin cihekî wan minasib. Niha tika ye dev ji şopandina min berdin. Ji ber ku jiyan ji bo min xweş e. Binêrin li paş min fuulmoon heye. Yanî heyva çardeşevî. Ji ber wê kêfê ji jiyanê bistînin. Lewra ne misoger e hûnê sibê bibînin.”
Dozger Celal Karadereyî gotiye “Gotinên Şansalî divê li gorî biçûkxistina Hikûmeta Komara Tirkiyeyê werin nirxandin.” (AS/FD)