Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi îdiaya ku “heqaret li Serokomarî kiriye” lêpirsîn li Erkan Baş, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê hatiye vekirin.
Hatiye diyarkirin ku ji ber Başî, li ser hesabê xwê yê medyaya civakî gotina “dîktator” bi kar aniye, lêpirsîn hatiye vekirin.
Baş: Di qonaxa ku hiqûq gihiştiyê de ev ne tesedif e
Erkan Baş li ser mijarê ji malpera İleri Haberê re axivî ye û wiha gotiye:
“Li gorî tiştên ku hevalên me yên parêzer gotine, bi tohmeta “heqareta li Serokomarî” lêpirsîn ji bo me dane destpêkirin ku ji bo her kesên xwe teslîmî desthilatê nakin, bi armanca dozvekirinê tê bikaranîn.
Em hemû jî dizanin bê hiqûq li Tirkiyeyê hatiye çi astê, ji ber wê hindê ez tesadif nabînim ku lêpirsîn di van rojan de hatiye vekirin.” (TP/FD)