Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rêxistinên mafan û hiqûqê bi daxuyaniyeke hevbeş gotin ku grevên birçîbûnê qediya ne lê sedemên rê li pêşiya greva berçibûnê vekirin berdewam dikin û divê şert bên sererastkirin.
Daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TİHV), Platforma Hiquqnasên Azadîxwaz (OHP) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li Enqereyê çêbû û di daxuyaniyê de bibîrhat xistin ku derbaskirina şertên neyênî wezîfeya Wezareta Dadê ye.
Greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKKê û Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK), ku 64 rojan berdewam kir li ser bangewaziya Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve hat bidawîkirin.
Daxwaz çi bûn?
148 kesên li 17 girtîgehan di greva birçîbûnê de bûn daxwazên xwe wiha dianîn ziman:
“Bila şert û mercên tecrîda giran ên li ser Serokê PKKê Abdullah Ocalan bên rakirin.”
“Bila qedexe û wêrankirina li bajarên Kurdan bidawî bibin.”
Bila helwestên xirab ên di girtîgehan de li hemberî girtiyan bidawî bibin.” (AS/FD)