Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Dozek din li Ferhat Tûncî vekirin ku ji ber piştî Referandûma 16yê Nîsanê ya 2017yê li ser Twitterê gotibû “NaEmDengêXweQutnakin”. Li ser gilîkirina hin kesan dozgeriyê doz derbarê Tûncî de vekir û bi tohmeta ku “kîndarî û dijminahiyê di nava gel de belav dike” xwest Tûnc bê cezakirin.
Tûncî derbarê doza nû de wiha axivî:
“Doza sêyem e ku di nava çend mehên dawî de hatine vekirin. Hewce nake ku em hêla hiqûqî ya van dozan biaxivin ji ber ku hêla wan a hiqûqî nîne. Parvekirineke min a Twitterê dîsa bûye mijara doza dawî. Îtiraza min a li hemberî encamên Referandûma 16yê Nîsanê ya 2017yê weke sûc dîtine. Îtîraza min jî li hemberî encamên referandûmê çêbûn.”
Serdozgeriya Komarî ya Buyukçekmeceyê îdianame ya derbarê Tûncî de amade kiriye û parvekirinên Tûncî yên weke “Îşev careke din li Stenbol û bajarên din bangên gelekî rewa, demokratîk û mafdar hene. #NaEmDengêXweQutnakin #NabekuNaBêDadgehkirin” sûc hatin dîtin.
Tûnc wê 18yê Nîsanê ya 2018yê li 4emîn Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Buyukçekmeceyê derkeve pêşberî dadgehê. (HK/FD)