Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji ber ku du roj berê le li Nîvgirava Morayê ya Yewnanistanê belemek noqî avê bûbû û 79 penaber tê de miribûn, bi hezaran kesan li Atînayê hikûmeta Yewnanistanê û politikaya derbarê penaberan de a Yekîtiya Ewropayê (YE) protesto kiriye.
Bi hezaran çalakger di ber avahiya Parlamentoyê re derbas bûne û heta ofîsa YEyê meşiyane. Di dema çalakiyê de politikaya derbarê penaberan de a YEyê û helwesta hikûmetên YEyê bi sloganan protesto kirine. Her weha bang li hikûmetên YEyê kiriye ku sînoran ji bo penaberan vekin.
Di dema çalakiyê de polîsan midaxele li çalakgeran kiriye û şer û pevçûn qewimiye. Polîsan gazên rondikrêj avêtine û hin çalakger desteser kirine.
NY: Ev pirsgirêkeke Ewropayê ye
Sekterekê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Gueterresî jî daxuyaniyek daye û gotiye: “Ev ne pirsgirêkeke yewnanan e. Ev pirsgirêkeke Ewropayê ye. Dem hatiye ku ji bo rewşên bi vî rengî nebin Ewropa di nava piştgiriyê de be û polîtîkayeke bibandor a koçberiyê diyar bike.”
Çi bûbû?
Li peravên Pylosê yê başûrê Yewnanistanê belemeke masîvanan noqî avê bûbû û 79 penaber miribûn. Li gorî zanyariyan di beleme de ji 400î heta 750 penaber hebûn û ihtimal heye ku dibe nêzîkî 100 zarok tê de bûn.
Di dema lêgerînan de neh kes hatibûn rizgarkirin û bi tawana qaçaxçîtiya penaberan hatine desteserkirin. (NT/FD)